Mexdurên komkujiyê di lîsteya HDP'ê de ne
ENQERE (DÎHA) - HDP'ê xizmên kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan di lîsteya xwe de cih dayê û amadekariyên mexdurên komkujiyan bibe meclîsê dike. HDP'ê berê mexdurên Roboskî birin Meclîsê û vê carê jî mexdurên komkujiya Pirsûsê û Geziyê di lîsteya xwe ya namzetiya wekîliyê de cih dayê.
HDP'ê lîsteyekî hemû cudahiyên Tirkiyeyê di nav de cih digirin amade kir û cih da xizmên kesên di komkujiyên bi destê dewletê pêk hatin û ji bo hesaba wan bipirse pêşiya wan a meclîsê vedike. Di lîsteya HDP'ê de xizmê kesên li Roboskî bi balafirên şer ên TSK'ê hatin qetilkirin û xizmê kesê di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da cih girtin. HDP'ê careke din bi vê yekê nîşan da ku partiya kesên mexdur û mazluman e.
Ji bo Roboskiyê edalet li meclîsê ye
Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu yê ku di hilbijartina 7'ê hezîranê de li Şirnexê hat hilbijartin û di komkujiya Roboskiyê de 11 xizmên xwe winda kirin disa li Şirnexê di rêz sêyemîn de namzet hat nîşandan. Encu berê gelek caran li heremê wekî wekîl çû û rastî êrîşên leşker û heqaretên leşkeran hatibû.
Mexdurên komkujiya Pirsûsê di lîsteyê de ne
Mexdurên komkujiya Pirsûsê ya ku tê fikirin ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî dewletê ve hat lidarxistin jî di lîsteya HDP'ê de cihê xwe girtin. Metîn Kiliç ê ku di komkujiya Pirsûsê de hevsera xwe Ferdana Kiliç a ku endama Meclîsa HDP'ê û kurê xwe Nartan Kiliç winda kir jî li Bursayê di rêza duyemîn de hat nîşandan. Di heman komkujiyê de keça Kiliç Sînem Kiliç jî birîndar bibû. Şerîfe Erbay a ku di heman komkujiyê de birîndar bû jî li herêma duyemîn a Stenbolê di rêza 4'emîn de namzet hat nîşandan.
Berxwedana Gezî nehat jibîrkirin
Birayê Ethem Sarisuluk ê ku li Enqere di dema berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin Mustafa Sarisuluk jî ji bo hesaba komkujiyê bipirse di lîsteyê de cihê xwe girt. Sarisuluk li herêma duyemîn a Enqere di rêza yekemîn de cih girt.
(bd)
