Mezlûm Şengal: YBŞ tola 73 fermana ye
RODA AMED-NÛJIYAN XELÎL/ ROJNEWS
Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi merasîmekî 16 şervanên din ji Akademiya Şehîd Şengal, dewreya Şehîd Genco ya teknîkê ya leşkerî mezûn kir. Di merasîma mezûnbûyînê de fermandara YJŞ’ê Raperîn Engîzek, fermandarê YBŞ’ê Mezlûm Şengal û Kurtay Şengalî beşdar bûn. Mezlûm Şengal axivî û diyar kir ku YBŞ tola 73 fermana ye û got: ‘YBŞ berhema ked û rûmeta Egîdane. Paşeroja vî gelî diafirîne.” Mezlûm Şengal di merasîmê de ji şervanan re axivî û got: “Her hevalê ku di akademiya Şehîd Şengal de perwerde dîtiye divê wek wî têkoşîn bike. Pêwîste di demek wiha de her kes bi taybet her ciwan xwe baş perwerde bike. Divê şervanên di nava YBŞ’ê de xwe ji bo pêvajoyên nû amade bikin. Ji bo wê jî hevalên ku di vê perwerdeyê de serkeftî bûne divê xwe di warê siyasî û leşkerî de hîn xurtir bikin.” Fermandarê YBŞ’ê diyar kir ku ku çawa li Iraq û Sûriyê şerê navxweyî heye, niha jî Tirkiyê ber bi şereke navxweyî ve diçe û got ku Rojhilata Navîn ber bi şerek mezin ve diçe. Mezlûm Şengal dazanîn ku yekane hêza ku xelkê Êzidî pê bawer dikin, YBŞ ye û wiha dawî li gotina xwe anî: “Hêza ku bikare doza gelê me bidomîne û wê biparêze, YBŞ û YJŞ ye. Divê her ciwanek me li gor vê rastiyê tev bigere. Her erka ku bikeve ser milê wê bi awayekî herî baş pêk bîne.” Şervanan piştî axaftina Mezlûm Şengal, sond xwarin. Merasîma leşkerî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû. (ge)
