1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meşa ber bi Amarayê ve dest pê kir
Meşa ber bi Amarayê ve dest pê kir,meşa,ber,bi,amarayê,ve,dest,pê,kir

Meşa ber bi Amarayê ve dest pê kir

A+ A-

RIHA - Bi deh hezaran kesên li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê bi armanca rojbûna Serokê Giştî yê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin kom bûn, ji bo ku biçin gundê Amara bi rê ketin.

Bi deh hezaran kesên bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji duh ve li navçeya Xelfetiyê hatin cem hev bi 2 koman ber bi gund ve dest bi meşê kirin. Komek ber bi gundê Amarayê yê Ocalan jê dayîbûyî ve bi rê ket, koma din jî ber bi herêma Karataşê ya Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ku di "Meşa Amara" a sala 2009'an de jiyana xwe ji dest dabûn bi rê ketin. Di nav koma diçin Gundê Amarayê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Berdevkê KCD'ê Cemal Coşkun, parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel, 3 hezar kes bi konvoyê ber bi Amarayê ve bi rê ketin. Girse, dê mala Ocalan lê ji dayik bû ziyaret bikin û pişt re jî daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Koma din ku di nav de malbatên Mustafa Dag, Mahsum Karaoglan, parlementerên BDP'ê Sirri Sakik, Bengî Yildiz û Ozdal Uçar jî hene ber bi herêma Karataşê ve bi rê ketin. Girse dê li cihê Karaoglan û Dag jiyana xwe ji dest dan gul û qurnefîlan dînin û pişt re jî daxuyaniyê bidin çapemeniyê.