1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meşa ciwanên kantona Cizîrê destpê kir
Meşa ciwanên kantona Cizîrê destpê kir,meşa,ciwanên,kantona,cizîrê,destpê,kir

Meşa ciwanên kantona Cizîrê destpê kir

A+ A-

QAMIŞLO – Jinên Ciwan ên Kantona Cizîrê ji Amûdê derketin û gihiştin Qamişlo û dest bi meşa xwe ya ber bi sînor ve kirin.

Jinên ciwan ên Rojava bi armanca piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê ji Amudê meşiyan Qamişlo. Jinên ciwan ên ku ji hemû bajarên Kantona Cizîrê hatin û li Amûdê gihîştin hev, bi durişmeya “Ciwanên Bakûr ne bi tenê ne , ciwanên Rojava bi wan re ne” meşiyan û beriya çend kêliyan gihiştin bajarê Qamişlo.

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanê ANHA’yê ji cihê çalakiyê dane, meşa jinên ciwan ji Çerxereya Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ber bi gundê Sêgirka yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakûr de destpê kir. Li wir çalakiya xwe ya piştgiriyê bi Bakûr re lidar dixin lidar bixin.

Ciwanên ku li pêşî dimeşin erbane di destê wan de ye û lê didin da ku dengê berxwedana Bakûr bigihînin her kesî.

(em/he)

ANHA