1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meşa Dayikên Aşitiyê ya 'Mertalên Zindî' dest pê kir
Meşa Dayikên Aşitiyê ya 'Mertalên Zindî' dest pê kir,meşa,dayikên,aşitiyê,ya,mertalên,zindî,dest,pê,kir

Meşa Dayikên Aşitiyê ya 'Mertalên Zindî' dest pê kir

A+ A-

WAN (DÎHA) - Endamên Înisiyatîfa Dayikên Aşitiyê ya Wanê, bi pankarta "An em ê aşitiyê binin an jî em ê bimirin" destpê bi meşa "Mertalên Zindî" ya herêma operasyon û pevçûnê navçeya Çelê ya Colgemêrgê kir.

Endamên Înisiyatîfa Dayikên Aşitiyê ya Wanê ji bo meşa "Mertalên Zindî" ya li dijî operasyona li hemberê Qendîlê li ber deriyê avahiya BDP'ê ya Wanê kom bûn. Dayikên aşitiyê li vir ketin rê û çûn herêma operasyon û pevçûnê navçeya Çelê. Dayikên aşitiyê bi pankartên, "An em ê aşitiyê binin an jî em ê bimirin" , "Fîruvanên şer daxwazin li ser karin", "Zihniyetê li dervê aşitî li hundir de şer daxwazin em şermezar dikin", "Bila dayikên leşkeran li hemberê şer bê dêng nemînin" û "Bila dayika leşker û gerîlla edî negirîn" ketin riya Colemêrgê.

Berî dayik bikevin re Endamên Înisiyatîfa Dayikên Aşitiyê Zekiye Kaya, daxuyanî da. Kaya, wiha axivî: "Em ê wek dayikan bedêna xwe bikin sîpêr û bikin kalkan. Em ê biçin herêma Çelê ya operasyon her roj pêk ten û bedêna xwe li hemberê operasyona bikin sîpêr. Edî bila dayika leşker û gerîlla negrîn."

Piştî daxuyaniyê dayik li wesayita suyar bûn û ketin rê. Dayikên aşitiyê we li nokteya Depîn a 7 kilometrêya ji Colemêrgê dûrê bi sekinin û benda Dayikên navçe û navenda Colemêrgê bêne, we hevra biçin Çelê.

(dt/mae)