1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meşa deh hezaran dest pê kir
Meşa deh hezaran dest pê kir,meşa,deh,hezaran,dest,pê,kir

Meşa deh hezaran dest pê kir

Meşa bi deh hezaran a ber bi Zapê û Xêbûrê ve dest pê kir

A+ A-

Li ser banga KCD’ê ji 16 bajaran bi deh hezaran kes, ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bikin derketin rê. Ev 9 roj in dayikên aştiyê wekî mertalên zindî çalakiyê lidar dixin. Li ser vê yekê ji du milan ve “Meşa mezin a aştiyê” dest pê kir. bi deh hezaran kes ji bo ku li Zapê û ber derê Xêbûrê bibin mertalên zindî ketin rê. Meşvanên ku ji Dêrsim, Meletî, Elezîz, Çewlik, Riha, Semsûr, Êlih û Amedê ketin rê berê xwe dan Xabûrê û yên ku ji Bêdlîs, Mûş, Îdir, Agirî, Qers, Erdexan û navçeyên wan ketin rê jî berê xwe dan Zapê.

AMED

Li ser banga KCD’ê ku piştgiriyê bidin çalakiya dayikên aştiyê ku 9 roj berê dest bi çalakiya mertalbûna zindî kiribûn, bi dehan mînîbus û gelek wesayîtên taybet ketin rê. Serê sibehê welatiyên ku ji Dêrsim, Meletî, Elezîz, Çewlik û navçeyên Amedê Farqîn, Gêlê, Erxeniyê û Pîranê hatibûn li ber avahiya BDP’a bajêr a Amedê hatin ba hev.

Karwan wê ber bi Nisêbînê bir ê keve. Li dora saet 13.00’an karwan wê li Nisêbînê were pêşwazîkirin û li wir yên ku ji Semsûr û Rihayê tên jî wê tevli wan bibin û ber bi Sîlopiyê bi rê bikevin.

Mebûsên BDP’î jî di nava meşvanan de hene. Her wisa rayedarên BDP’î û nûnerên saziyên sivîl û hunermendên Kurd jî di nava meşvanan de ciyê xwe girtin.

Li milê din meşa rêveberên sendîkayên endamên KESK’ê ku 4 wesayîtên wan li bajaroka Amedê Palûkê hatibû girêdan hê jî didome.

RIHA

Li Riha û navçeyên wê jî ji bo piştgiriya mertalên zindî meş hatin destpêkirin. Li navenda bajêr a Rihayê, navçeyên wê Pirsûs, Wêranşar, Serêkaniyê, Siwêreg, Bîrecîk, Hîlwan û Xelfetiyê bi dehan wesayît ber bi herêmên operasyonan ketin rê. Meşvanên ku rastî kontrol û lêgerînên gelekî zêde yên leşker û polîsên rejîma AKP’ê hatin ew ê li Wêranşarê bên cem hev û berê xwe bidin rawestgeha pêşî ya meşê Nisêbînê.

SEMSÛR

Welatiyên ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya mertalên zindî li ber avahiya BDP’ê ya Semsûrê hatin cem hev û ji wir jî ber bi Nisêbînê ve ket rê.

ÊLIH

Gelek welatiyên ku li ber şaredariyê Êlihê hatin ba hev, ligel wekîlê şaredar û rêveberên BDP’ê bi 15- 20 mînîbusan ber bi Nisêbînê ve ketin rê.

WAN

Milê Zapê yê"Meşa mezin aştiyê” jî ketin ser rê. Ji Bêdlîs, Mûş, Agirî, Wan, Qers, Îdir û Erdexanê û navçeyan kom ketin rê. Komên ku ber bi Wanê ve ketin rê, wê bi koma Wanê re ber bi Çelêya navçeya Colemêrgê têkevin rê.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî