1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meşa hezar û 300 km hêjayê zehmetiyê bû
Meşa hezar û 300 km hêjayê zehmetiyê bû,meşa,hezar,û,300,km,hêjayê,zehmetiyê,bû

Meşa hezar û 300 km hêjayê zehmetiyê bû

A+ A-

Rûken Adali Redkarê Wijdanî Halîl Savda ji bo aştiyê di 50 rojî de 300 km rê meşiya. Nêzî 400 kesî ji wî re hevaltî kir. di rê de rastî berteka gel hat. Li gorî wî gelê tirk jî aştiyê dixwaze. Savda di dawiya 50 rojî de difikire ku peyama wî ya aştiyê gihiştiye cihê xwe û dibêje: Meşa min gihişt wateya xwe.

Savda di yekê îlonê de ji Roboskê dest bi meşê kir û li Enqereyê temam kir. Savda 50 rojî meşiya û ji 400’î zêdetir kesî ji re hevaltî kir. Savda li Şirnex, Nisêbîn, Qoser, Wêranşar, Riha, Dîlok, Edene, Aksaray, gundê Aktaşê her yekê du rojan behna xwe veda. Hestê Savda ya ji bo meşê ew bû ku; “Meş hêjayê zehmetiyê bû.”

EZ QET NEFIKIRÎM DEST JÊ BERDIM

Savda herî zêde li ser diya Roboskê-Şirnexê zehmetî kişand. Di 3 rojan de ji Roboskê hata Bêcû meşiya. Savda wan 3 rojan wiha vedibêje: “Ji ber ku ez hîn bibûm, di riya dirêj de ne meşiyabûm, tecrîha min a pêlavan şaş bû, bedena min zêde pelçiqî. Lingên min teqiyan. Ez gelek xerab bû. Wê demê min got dê meş neqede. Lê ez qet nefikirim dest ji meşê berdim. Mi dizanibû ez dê bigihêjim Enqerê.

Savda diyar kir ku meşê heyecanek mezin daye wî û wiha got: “Ji Artvîn, Rîze, Stenbol, Denîzlî, Manîsa, Osmaniye, Edene, Şirnex, Cizîr, Wan, Amed û gelek cihên din mirov hatin. Bi xwe tevlî bûn. Ji Îngîlîstan, Fransa û Zelandaya Nû jî tevlî bûn. Kurd, Tirk, Gurcî, misliman, elewî, sosyalîst, ateîst, anarşîst, yên li dijî şer ji bo pema aşatiyê bidin hatin vir. Yên gelekan wekê min lingê wan teqiya. Hinek kîşandina fîlmên xwe di cih de hişt, hinekan betlana xwe, hinekan konsera xwe hişt û hatin gel min.”

BIBÎRXISTINA ZIMANÊ AŞTIYÊ

Savda da zanîn ku li Tirkiyeyê aştî bi giştî hatiye hilanîn û armanca meşa xwe wiha vegot: “Şerxwaz tenê şer diaxivin. Di ekranan de wêneyên mirinê hene. Yek bi yek miriyan dijmêrin. Zimanê şer li her derê serdest e. Nîqaşên der barê çareserî û aştiyê de cihê dabû polîtîkayên ewlehiyê. Aliyê kurd jî çalakiyê çekdarî wek yek rêbazî pêşkêş dikir. Armanca min ev bu ku zimanê aştiyê bigihînim rayagiştî.”

Savda wiha got: “Meşa min di çapemeniya muxalîf-çepgir û çapemeniya civakî de bi berfirehî cih girt. Peyam gihişt cihê xwe. Bê guman hêj hawira pevçûnê heye. Cenazeyên gerîla û leşkeran tên. pirsgsirêka aştiyê hêj li pêş me ye. bi meşekê aştî nayê. Lê hem AKP û hem jî aliyên kurd ji bo di mijara çaresriyê de bi cesaret bin divê rayagiştî bê avakirin. Divê gel ji bo vê bê amadekirin. Meş di vî warî de girîng bû.”

Savda da zanîn ku meş di warê tevgera li dijî şer modeleke girîng e û got: “Yên li dijî şer, parêzvanên aştiyê bi salan bû li Pozanti, Osmaniye, Aksarayê bo dengê aştiyê bilind bikin çalakî pêk nedianîn. Lê em li her derê tirkiyeyê meşiyan me got aştî.” TIRK JÎ AŞTIYÊ DIXWAZIN

Savda da zanîn ku di pêvajoya meşê de ‘tirkan jî aştî dixwest’ û got li tu derê ji gel bertek nedîtine û her kesî aştî xwestiye.

Savda wiha pê de çû: “Daxwaza gelên kurd, ereb, tirk, elewî û sunnî ya aştiyê dê bibe ewlehiya aştiyê. Me ev peyam şand ji Enqereyê re. Niha berpirsyarî ya meclisê ye. meclis dikare vê çareser bike. Divê êdî vê îradeyê nîşan bide.”

ANF NEWS AGENCY