1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Meşa meşaleyî ya jinan
Meşa meşaleyî ya jinan,meşa,meşaleyî,ya,jinan

Meşa meşaleyî ya jinan

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Jinên li gundê Ziyaretê ji bo Kobanê nobetê digirin li ser sînor meşa meşaleyî ya ji 5 kîlometreyan pêk tê li dar xist û şervanên YPG'ê û YPJ'ê yên li hemberî gundê Aşmê silav kirin.

Çalakiya nobetê ya li gundê Ziyaretê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê ya "Piştevaniya bi Kantona Kobanê re" belav dibe û berdewam dike. Çalakiya nobetê ya li gundê Ziyaretê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê hatin destpêkirin, li gundê Aşme, XirbÊ Beranan a Akçakaleyê, Cizîr û Nisêbînê jî dest pê kirin. Çalakiyên nobetê yên dest pê kirin bi tevlîbûna welatiyan her diçe mezin dibe. DOKH û YDG-K şevê din li ji gundê Ziyaretê heya gundê Aşmê meşeke meşaleyî li dar xistin. Meş nêzî 5 kîlometreyan berdewam kir.

Li qada çalakiyê bi sedan jin hatin cem hev û bi meşaleyan û sloganên "Bijî berxwedana YPG", "Bijî serok Apo", "Kurdistanê dê ji DAIŞ'ê re bibe gor" û "Ciwan cangoriyên Apo ne" dest bi meşê kirin. Jinên li ser sînor nêzî 5 kîlometre meşiyan hatin konê li gundê Aşme yê ciwanan. Li ser sînorê gundê Aşme yê ku roja borî bi sedan welatî derbasî Rojava bûn leşkeran bi wesayîtên zirxî tedbîr girtin. Endamên YDG-H'ê jî bi fîşekên hewayî piştgirî dan meşa jinan. Jinan şervanên YPG'ê û YPJ'ê yên li hemberî gundê Aşme di çeperan de nobet digirtin silav kirin.

Pişt re jina careke din vegeriyan gundê Ziyaretê.

(bd)


Bêjeyên Miftehî