1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Meşa Newala Qesaban dest pê kir
Meşa Newala Qesaban dest pê kir,meşa,newala,qesaban,dest,pê,kir

Meşa Newala Qesaban dest pê kir

A+ A-

MÊRSÎN - Li Mêrsînê meşa ku ji bo gorên komî yên li Newala Qasaban bên vekirin 2 otobus derketin rê. Rêwî ji aliyê welatiyên li "Konê Çareseriya Demokratîk" ve hatin şandin.

Li Mêrsînê meşa ji bo ku gorên komî yên li Newala Qasaban bên vekirin a bi pêşengtiya MEYA-DER'ê ve hate organîzekirin 2 otobus derketin rê. Li ser otobusan laçikên spî yên sembola aştiyê ne hatin girîdan. Kesên ku biçin Newala Qasaban ewil çûn serdana "Konê Çareseriya Demokratîk" a ku li taxa Guneşê hatiye vedan.

Girse li vir bi dirûşm û tîlîliyan hatin pêşwazîkirin. Li ser navê rêwiyên Newala Qasaban Dayîkeke Aştiyê axivî û diyar kir ku rêwitiya wan ji bo aştiyê ye û armanca van konan jî aştî ye. Dayîka Aştiyê dest nîşan kir ku êdî ew gorên komî naxwazin û kesek bila nemire. Her wiha ew ji bo ku qatlîam bi dawî bibin derikevin rê.

Piştî axaftinan welatiyên li kon rêwiyên Newala Qasaban bi tîlîliyan rêwî kirin.