1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Meşa Newala Qesaban gihaşt Sêrtê
Meşa Newala Qesaban gihaşt Sêrtê,meşa,newala,qesaban,gihaşt,sêrtê

Meşa Newala Qesaban gihaşt Sêrtê

A+ A-

SÊRT - Bi dehhezaran kes bi hezaran wesayîtan ji bo meşa ber bi Newala Qesaban a ku ji aliyê MEYA-DER’ê ve hatî lidarxistin, gihiştin Sêrtê.

Gelê Kurd ku di avakirina komîsyona “Lêkolîna Rastî û Dadê” ya ji bo lêkolîna kuştinên bêdaraz, şewitandinên gundan, bûyerên derxistina gorên komî, şer û pevçûnanan de israr dike. Gelê Kurd bi vê boneyê ber bi Newala Qesaban a ku Fermadarê Efsanewî yê PKK’ê.

Bi vê boneyê bi dehhezran bi dişrûma “Gorên Komî sucê mirovahiyê ye, Em ji derxistina rastiya civakî û aşitiyê ber bi Newala Qesaban ve dimeşin” ji Amed, Edene, Şirnex, Colemêrg, Wan, navçeyên Sêrtê, ber bi ber xwe dan Newala Qesaban. Welatî derketin ser girên bilind, bi keviran navê “Apo” nivîsandin û alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.