1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Midûrê Yurdê pirsgirekan mezin dike
'Midûrê Yurdê pirsgirekan mezin dike,midûrê,yurdê,pirsgirekan,mezin,dike

'Midûrê Yurdê pirsgirekan mezin dike

Jinên ku li Yurda Jinan a Ziya Gokalpê ya Zanîngeha Dîcleyê dimînin, diyar kirin ku ji yurdê heta fakulteyê di rêde rastî tacizên devkî tên

A+ A-

Jinên ku li Yurda Jinan a Ziya Gokalpê ya Zanîngeha Dîcleyê dimînin, diyar kirin ku ji yurdê heta fakulteyê di rêde rastî tacizên devkî tên. Xwendekara Yurda Zîya Gokalpê Şukran Aksel, diyar kirin ku li midûrê yûrdê li şûna pirsgirêkan çareser bike pirsgirêkan kûr dike.

Jinên ku li Yurda Krêdiyan a Ziya Gokalpa Zanîngeha Dîcleyê dimînin, diyar kirin ku her tim rastî tacîzê tên û li hemberî vê yekê rayedarên yurdê pirsgirekên wan çareser nake û kûr dike. Xwendekarên jin ji ber ku rêveberiya Yurde li hemberî pirsgirekê wan bê bersîv diminin bertekên xwe anîn ziman. Xwendekaran anîn ziman ku rêveberiya yurdê li hemberî pirsgirêkên wan ker û lal e. Herî dawî piştî ku li Yurda Ziya Gokalpê 2 xwendekar rastî taciza zayendî hatin bertek zêde bûn. Jinan da zanîn ku her ku jin derdikevin derve rastî gotina rêveberiyê ya "Çi karê we li derve heye? Ev bûyer li her derê pêk tên asayî ye" tên. Xwendekaran destnîşan kir ku ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin çend çaran serî li rayedaran dan. Lê pirsgirêk çareser nebû. Xwendekara yurdê Şukran Aksel, anî zima ku li ser rê ji aliyê ajokaran ve rastî tacîza devkî tê û dîsa ji yurdê heta fakulteyê di rêde rastî tacîza devkî tên. Aksel, anî ziman ku xwendekaran pirsgirêkên xwe bi Midûriyeta Yurdê re parvekir, lê pirsgirêk çareser nebûne. Aksel, da zanîn ku wan pirsgirêkên xwe bi Rektoriya Zanîngehê re jî parve kir, lê bê persîv ma.

'Daxwazên me li ber çavan nayên girtin'

Aksel, destnîşan kir ku daxwaz û pirsgirêkên li ber çavan nayê girtin. Aksel, da sanîn ku li ser rêgeha wan a di navbera yurt û fakulteyê dar tên çandin û karkerên daran diçînin gotinan ji wan de dikin û wiha got: "Maşîneyên Şaredariyê êvarî saet di 21.45'an de tên yurdê. Otobusên diçin yûrtê tenê seferekê dikin. Ji ber vê yekê divê belediye seferên xwe zêdetir bike. Em dixwazin daxwazên me li ber çavan bên girtin. Em bi şaredariya bajarê mezin re axivîn. Erêni nêzîk bûn. Li ser rêgehê em dixwazin lamba bên çêkirin."

Aksel, bilêv kir ku şaredariya bajarê mezin diyar kiriye ku dê du 2 dolmûşan ji wan re tahsîs bike.

Rayedarên yurdê jî der barê geşedanan de agahî nedan.

(mae)