Mihemed: Divê kujerên Germiyanî radestî polîsan bê kirin
11:11 06.01.2014
GERMIYAN (DÎHA) - Lêkolînên di derbarê bûyera qetilkirina Rojnamevan Kawa Germiyanî berdewam dikin. Girêdayî mijarê, Asayişa Germiyan daxwaza radestkirina Ednan Heme Mîna ji Wezareta Pêşmerge dike.
Piştî kû Dadgeha Kelar li ser dosyaya Rojnamevan Kawa Germiyanî kû hatibû qetilkirin, fermana girtina Endamê Serokatiya Yeketiya Nîştîmanê Kurdistan (YNK) Ednan Heme Mîna û Berpirsê Guhertina Elektrîka Kelarê Zaxo Ehmed kir. Ji niha de polîsên Germiyan bi riya Wezareta Karên Hindir ya Herêma Federal a Kurdistanê daxwaza radestkirina van kesan dike.
Berdevkê Polîsê Germiyan Hesen Mihemed Salih, di daxuyaniyekê de wiha got: "Ji ber ku endamê serokatiya YNK’ê di nav rêzên pêşmerge de xwedî payeyek bilinde, em daxwaz ji Wezareta Karên Hindir dikîn ku vî kesî radestî me bikin. Hêjayî gotinê ye ku kesekê di qetilkirina rojnemevan Kawa Germiyanî de hatibû tewanbar kirin hatiye girtin û Zaxo Ehmed jî bi xwesteka xwe xwe radestî polîsên Germiyan kiriye.
(wd/my)
