1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mihrîcana Dêrsimê dest pê kir
Mihrîcana Dêrsimê dest pê kir,mihrîcana,dêrsimê,dest,pê,kir

Mihrîcana Dêrsimê dest pê kir

Mihrîcana Dêrsimê bi 'Dengê Bavê min' dest pê kir

A+ A-

Li Dêrsimê 2'emîn Mihrîcana Fîlman a Mafên Mirovan a Navneteweyî ya bi navê "Di nava 4 çiyan de sînema" 2. bi fîlmê "Dengê bavê min" dest pê kir.

Li Dêrsimê 2'emîn Mihrîcana Fîlman a Mafên Mirovan a Navneteweyî ya bi navê "Di nava 4 çiyan de sînema" tevlêbûna gelek kesan dest pê kir. Mihrîcanê bi fîlmê "Dengê Bavê Min" dest pê kir. Vekirina Mihrîcanê li Salono Sînema ya Midûriyeta Çand û Turîzmê dest pê kir. Di bernameya vekirina mihricanê de Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, şaredare Hozatê Cevdet Konak, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde gelek kes amade bûn. Di vekirina mihricanê de strana "Sarı Gelin" hate strîn. Di mihrîcanê de bi kurdî (dimilî-kirmanci) û ermenî girse hate slavkirin. Di vekirinê de Şaredar Edibe Şahin, anî ziman ku wan wekî şaredariyê ev mihrîcan organîze kiriye û li her derê cihanê wekî jiyana wan tê jiyandin û dibînin ku ew ne tenê ne.

Şahin, anî ziman ku armanca wan ji bo mirov tiştê herî xweş û baş çêbikin û wiha got: "Sala par jî me mihrîcan pêk anî. Em hewl didin ku vê mihricanê bikin kevneşopiyek. Em dixwazin ji bo welatekî hîn demokratîk û mirov bi fîlmên herî xweş dema xwe derbas bikin.

'Dengê bavê min'

Şahîn bendavên ku li ser rûbar û çemên Dêrsim û Mûnzûrê tên avakirin jî şermezar kir û xwest her kes bi hevre li dijî wêrankirina xwezayê raweste. Şahîn li ser komkujiyên 1938, 1980 90 û 94an jî rawestiya û destnîşan kir ku we van komkujiyan ji bîr nakin û dê hesap bipirsin. Piştî axaftinan mihrîcanê bi fîlmê "Dengê bavê min" dest pê kir. Pişti fîlm plaket dan derhênerê film Zeynel Dogan.

(mae)