Mihrîcana 'Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî' dest pê dike
STENBOL (DÎHA) - Mihrîcana 'Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî' ku Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) li ser daxwaza gel amade kir sibê bi bilûra Egidê Cimo, mey û dûdûka Ertan Tekîn dest pê dike.
Mihrîcana 'Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî' ku Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), li ser daxwaza gel amade kir sibê li Stenbolê dest pê dike. Di bernameya hefteyekê de şanoyan, pêşangehên wêneyan, belgefîlm, konser, dans performans, diwana dengbêjan, destan, şanoya muzîkê, semah, panel, konserta helbestan, bernamaya zarokan, meşa cejna ziman, govend û dansê cih digire. Mîhrîcana 'Rojên Çand û Hûnerê yên Kurdî' dê sibê seat 13,00'an de bi pêşengaha weneyan li Restoranta Cezayîrê dest pê bike. Mihrîcan dê seat di 14,00'an de jî bi belgefîlmê 'Welatê me Kurdîstane' ya li restoranta Cezayîrê ye berdewam bike. Seat di 19.30'an jî li Tiyatroya Kenterê Konsera vebûyînê û galayê bi bilûra Egidê Cimo, mey û dûdûka Ertan Tekîn pêk were.
Mihrîcana 'Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî' dê hefteyekî bi xebatên cur bi cur berdewam bike û çand û hunera kurdî bidin naskirin.
(sde/mae)
