1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mihrîcana Tetwanê didome
Mihrîcana Tetwanê didome,mihrîcana,tetwanê,didome

Mihrîcana Tetwanê didome

A+ A-

43'yemîn Mihrîcana Çand û Hunerê û Fuara Anatoluya Rojhilat a Tetwanê didome. Di mihrîcanê de Koroya Zarokan a Pirzimanî ya Şaredariya Sûrê konser da. Pişt re jî listika bi navê "Mirin di xewde bû" ya ku hovîtiya îşkenceya zindana Amedê tîne ziman hate lîstin.

43'yemîn Mihrîcana Çand û Hunerê û Fuara Anatoluya Rojhilat a Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve bi dirûşmeya "Em bi çand û hunerê re ber bi azadiyê ve diçin" hate lidarxistin, didome. Mihrican dê heta 20'ê tîrmehê bidome. Di mihrîcanê de Koroya Zarokan a Pirzimanî ya Şaredariya Sûrê konser da. Pişt re jî listika bi navê "Mirin di xewde bû" ya ku hovîtiya îşkenceya zindana Amedê tîne ziman hate lîstin. Kesên li konserê guhdar kirin û şano temaşe kirin demên bi coş û hestiyar jiyan.

DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî