1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Minbic: Em ê herêmê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin dojeh!
Minbic: Em ê herêmê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin dojeh!,minbic,em,ê,herêmê,li,dewleta,tirk,û,çeteyên,wê,bikin,dojeh

Minbic: Em ê herêmê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin dojeh!

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic diyar kir, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' yên li dijî Minbicê zêde bûne û got, ew ê herêmê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin dojeh

A+ A-

MINBIC / ANF - MAHÎR YILMAZKAYA

VIDEO: https://www.youtube.com/watch?v=y3HQdmkgr0s

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic êrîşên dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' yên li dijî Minbicê ji ANF'ê re nirxand.

Minbic da xuyakirin, ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê dewam dikin û got, "Dewleta Tirk ev 5-6 roj in ji hewayê û bi obusan êrîşî gundên Yilanli, Şêx Nasir, Wêran, Kavakli û bajarokê Arîma yên li rojavayê Minbicê ne, dike.

AKP/ERDOGAN DÎN Û HAR BÛYE Û ÊRÎŞÎ MINBICÊ DIKE

Minbic diyar kir, balafirê şer ên Tirk heta niha li gelek nuqteyên wan xistine û got, "Êrîşa li dijî her nuqteyekê, gelek caran bi balafirên şer tê kirin. Balafirên şer ên Tirk bi taybetî êrîşî cih û warên sivîlan ên li Minbicê dikin. Heta niha ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, gelek mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi dehan jî birîndar bûne. Di heman demê de xisareke mezin li gundan bûne. Malên gelek mirovên me ji ber bomberdûmanê nema dikarin bên bikaranîn."

Minbic ragihand, bi van êrîşên ku di demsala zivistanê de tên kirin, hewl tê dayîn mirov ji herêmê koç bikin û destnîşan kir, ku AKP/Erdogan bi rengekî dîn û har, êrîşî Minbicê dikin, sivîlan dikuje, malan xera dike û dixwaze gund û gundikan ji mirovan xalî bikin.

DEWLETA TIRK LI CERABLÛSÊ BI NAVÊ 'MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ' KOMEKE NÛ YA ÇETE AVA DIKE

Li gorî Minbic, dewleta Tirk bi van êrîşên li dijî bajarê Minbicê re dixwaze vîna gelên Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê bişikîne û teslîm bigire.

Minbic wiha dewam kir: "Minbic weke bajarê mozaîka gelan ê Bakurê Sûriyeyê tê naskirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ev bajarê mozaîka gelan ku veguherî bû girtîgeha gelan û dojehê, ji nû ve rizgar kir û kir navenda civakên bawerî û gelên cuda. Lê belê dewleta Tirk ji vê rewşê aciz e. Dewleta Tirk planên gelekî qirêj li ser vê herêmê dimeşîne. Li gorî hin agahiyên gihîştine ber destê me, dewleta Tirk hewl dide li Cerablûsê komeke nû ya çeteyan bi navê 'Meclîsa Leşkerî ya Minbicê' ava bike. Ji ber ku naxwaze kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev, dewleta Tirk dixwaze dagirkerî û êrîşên xwe li Bab û Minbicê jî belav bike. Jê heye ku bi vê yekê dikare pêşî li gihîştina hev a kantonên Efrîn û Kobanê bigire."

ŞERVANÊN ME BI MORALEKE MEZIN AX Û GELÊ XWE DIPARÊZIN

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic da xuyakirin, ku bi sedan şervanên fedayî yên Ereb, Tirkmen, Kurd, Çerkes li nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hene, ku dikarin li dijî êrîşên dagirkeriyê axa xwe biparêzin û derba mirinê li dijmin bixin.

Minbic anî ziman, şervanên wan bi moraleke mezin ax û gelê xwe diparêzin û li Minbicê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Mistefa Minbic got, "Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê bi rengekî koordîneyî êrîşî Minbicê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin. Bêguman şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî li dijî êrîşan bi rengekî dîrokî li ber xwe didin.

Heta niha bi dehan çete, ku leşkerên Tirk jî di nava wan de hene, bi destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine kuştin. Her wiha 5 tankên Tirk heta niha ji aliyê şervanên me ve hatine rûxandin. Tevî êrîşên hewayî û bejahî yên hefteyeke giran bûne, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi gavê jî venegeriyane.

Minbic destnîşan kir, ku divê her kes zanibe; şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wê li pêşberî êrîşên AKP/Erdogan û komên wî yên çete, bi ti awayî gavekê jî bi paş ve navêjin.

GELEK SIVÎL JI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK MIRIN; ÇIMA SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN BÊDENG IN?

Minbic bibîr xist, ku gelek mirovên wan ên sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane û got, "Di vê kêliyê de jî li bajarokê Arîmayê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî mirovên me yên sivîl dewam dikin. Gelek mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn."

Minbic dengê xwe li saziyên mafên mirovan kir û got, "Ez dixwazim ji saziyên ku ji xwe re dibêjin 'mafên mirovan diparêzin' vê bêjim: Hûn li ku ne? Çima hûn di vê demê de bêdeng in, ku mirov ji aliyê balafirên şer û topên dewleta Tirk ve tên kuştin? Di êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê de mirovên me yên sivîl tên kuştin. Hûn çima bêdeng in?"

'BÊYÎ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ, DEWLETA TIRK NIKARE LI SÛRIYEYÊ BALONEKÊ JÎ BITEQÎNE'

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic da zanîn, ketina nava axa Sûriyeyê encama tifaqa dewleta Tirk a bi hêzên navneteweyî re ye û got, "Eger destûr ji dewleta Tirk re nehatibûya dayîn nikarîbû li nava axa Sûriyeyê balonek jî biteqanda."

Minbic da xuyakirin, ku hêzên komploker ên dixwazin Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê tesfiye bikin, dixwazin vê yekê di şexsê Minbicê de pêk bînin û got, lewma AKP/Erdogan bi çavsorî êrîşî Minbicê dikin.

Minbic ragihand, hêzên navneteweyî dixwazin şerê heyî yê li Sûriyeyê dewam dike û got, "Hêzên navneteweyî naxwazin aramî û demokrasî bê herêmê. Ji ber ku li Sûriye û Rojhilata Navîn aramî çêbibe, wê hemû plan û projeyên wan têk biçin."

BERXWEDANA ME WÊ MEZIN BIBE, MINBIC WÊ LI ERDOGAN Û ÇETEYÊN WÎ BIBE DOJEH

Mistefa Minbicê diyar kir, zêdebûna êrîşên li dijî Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê, ji ber tirsa dewletên mêtînger e.

Minbic wiha dewam kir: "Îro li ser axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê, DYA, Rûsya, Îran, Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiye şer dikin. Ev hêz dixwazin mêtîngerî û desthilatdariya xwe li vê herêmê mayînde bike.

Plan û projeyên qirêj ên li dijî herêmê, wê timî di rojevê de bin. Lewma divê her kes xwe bi têgihiştineke mezin ji bo sala nû amade bike û jiyana xwe li gorî vê dema nû amade bike."

Endamê Meclîsa Rêveber a Minbicê Mistafa Minbic bal kişand ser sozên ji aliyê koalîsyona navneteweyî ve ji wan re hatine dayîn û got, "Ti ji van sozan bi cih nehatin. Em li benda bicihanîna wan e. Em bang li wan dikin ku bêdengiya xwe ya li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk biqedînin.

Di serî de hêzên navneteweyî, bila her kes baş bi vê zanibe; Em ê li nava sînorên Minbicê hebûna dewleta Tirk qebûl nekin! Em êrîşên li dijî Minbicê red dikin û dibêjin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê di vê oxirê de şer bikin.

Ez dixwazim bi taybetî ji Erdogan re bêjim: Bila baş bixe serê xwe; Sond û peyman e, berxwedana me wê mezin bibe û em ê Minbicê li te û çeteyên te bikin dojeh."