1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Mirin jî hebe em xwe digihînin hev'
'Mirin jî hebe em xwe digihînin hev',mirin,jî,hebe,em,xwe,digihînin,hev

'Mirin jî hebe em xwe digihînin hev'

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Li Kerboranê dewlet li gel êrîşên bi çekên giran, bi bêavî û bênaniyê re dixwaze berxwedana gel bişkîne. Li hemberî polîtîkayên dewletê gelê Kerboranê di nav hevgirtineke xurt de ji bo nanê xwe bi hev re parve bike mirin jî hebe xwe digihîne hevûdu û kêmasiya kê hebe, ya din temam dike.

Li navçeya Kerbonan a Mêrdînê, li gel êrîşên bi çekên giran hêzên dewletê ji bo berxwedana gel bişkîne her wiha ambargoyek hişk jî xistiye meriyetê. Kerboranî jî, li hemberî vê polîtîkayê li pey xendek û barîkatan bi xurtkirina hevgirtin û parvekirinê pirsgirêkên xwe çareser dike. Ketin û derketina navçeyê hê jî qedexe ye. Welatiyên ku em bi reya telefonê bi wan re axivîn derbarê rewşa xwe de axivîn.

'Me jiyaneke hevpar ava kiriye'

Welatiyên Taxa Tepebaşi, nan û zadê xwe bi hev re parve dikin û li pey barîkatan jiyaneke hevpar pêş dixin. Ciwanê bi navê Selamet Seyhan (18) diyar kir ku ew her tim di nav hevgirteneke xurt da ne û gel jî pêdiviyên xwe bi parvekirinê çareser dike.

Yek ji welatiyan Şîrîn Seyhan jî bibîr dixe ku qedexe û dorpêça li ser navçeyê 14 roj in berdewem dike û wiha got: "Dema arvanê cîranê me xilas dibe, em arvanê xwe parve dikin. Dema bi me re rûn biqede ew rûnê xwe didin. Ango me jiyaneke hevpar hûnandiye."

'Mirin jî hebe'

Yek ji şêniyên taxê Medîne Sezgîn jî diyar kir ku, gel ji bo nanê xwe bi hev re parve bike, mirin jî hebe dîwarên baxçeyan derbas dikin û xwe digihînin hevûdu û kêmasiya kê hebe, ya din temam dike. Sezgîn bilêvkir ku eger pêdiviya wan bi tiştekî hebe, mirin me jî cîran xwe digihînin wan û wiha got: "14 roj in ji ber êrîşên polîsan her der girtiye, em jî wek gel kêmasî û pêdiviyên xwe çareser dikin."

'Pêdiviya me bi nanê dewletê nîne'

Sezgîn da zanîn ku li Taxa Tepebaşiyê her roj malbatekî di tenûrê de nan çêdike û wiha axivî: "Pêdiviya kê hebe nan li wan tê belavkirin. Pêdiviya me bi nanê dewletê nîne. Emê li hemberî hemû ambargoyan li ber xwe bidin û biserkevin."

(sy)