1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Mirina Bêsî ya Dilawer Zeraq derket!
Mirina Bêsî ya Dilawer Zeraq derket!,mirina,bêsî,ya,dilawer,zeraq,derket

Mirina Bêsî ya Dilawer Zeraq derket!

A+ A-

Romana Mirina Bêsî, pirtûka duyem a Sêyîneya Winda a çîroknûs û romannûs Dilawer Zeraq, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Nivîskar Zeraq, çawa ku di pirtûka yekem a sêyîneyê, Şevên Winda, Wêneyên Meçhûl (2005, Lîs) de, bala xwîneran biribû ser windayan, wê sercema bûyer û qewamên xedar ên ku birînên kûr di gewdeyê civakê de vekiribûn, bi romana xwe ya Mirina Bêsî ya ku dûmahîka wê heyama birîndar e, bi pergaleke bi rêk û pêk û bi danandina li ser zemînekî geometrîk, di şexsê lehengê romanê Hogir de, xwe digihîne kuj û qorziyên tarî yên demeke ku hê jî li hêviyê ye ji binî ve bê ronîkirin. Zeraq, di honaka romana Mirina Bêsî de, tevî zimanekî bi teql û ahengdar, rêbazên hunerên dîtbarî û şêwekariyê bi kar tîne û deliveyên nû yên xwendina romanê derpêşî me dike.

Mirina Bêsî Dilawer Zeraq Roman, 201 rûpel, Gulan 2011 Weşanxaneya Lîs, Amed