1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Mirinek hebe jî bila bi rûmet be'
'Mirinek hebe jî bila bi rûmet be',mirinek,hebe,jî,bila,bi,rûmet,be

'Mirinek hebe jî bila bi rûmet be'

A+ A-

Endama HPG'ê Mizgîn Atabay (Berçem Amed), ji bo ku li mafê xwe bigere di sala 2012'an de berê xwe da çiyê. Dayika Mizgîn Cazya Atabay, diyar kir ku keça wê dema zarok bû ji mêvanên dihatin mala wan re digot 'Tu Apocî ye ya na? Tu ne abocî be neyê mala me" Keça min ji bo li mafê xwe bigere berê xwe da çiyê. Ger ku mirin hebe jî bila bi rûmet be."

Endama HGP'ê Mizgîn Atabay ku hêj 16 salî bû, ji ber zext û zordariya li kurdan dihat kirin berê xwe da çiyê û tev li HPG'ê bû, sedema girtina 2 xwişk û birayên xwe baş zanîbû. Sedema xwarziyê xwe yê tev li PKK'ê bû dizanîbû. Dizanîbû ku êdî vegera vê rêyê tune. Hêj 16 salî bû li diji zext û zilma li ser kurdan, kuştin û înkarê derket û berê xwe da çiyê. Beriya ku biçe ji diya xwe re digot "Ew qas keçên te hene. Yek mamoste ye. Yek hêj dixwîne. Yek jî li cem te heye. Ez jî ji bo partiyê heme." û tev li HPG'ê bû. Mizgin Atabay (Berçem Amed), beriya tev li HPG'ê bibe digot "Ger ku mirin hebe bila bi rûmet û serfirazî be. Li ser gelê kurd zilim heye. Hevalên me tên kuştin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku xwendina min vala ye." Mizgîn di 1'ê Kanûnê de li navçeya Aricaka Xerpêtê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da.

'Li şûna pirtûkên dersê kovar dibir dibistanê'

Dayika Mizgîn Cazya Atabkay, diyar kir ku di biçûkantiya xwe de siloganên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û PKK'ê berz dikir û her kes matmayî dihişt û wiha got: "Her tim ruyê wecê xwe bi rengê kesk, sor û zer dixemiland. Pir înata wê zêde bû. Tiştê ku dixist serê xwe pêk dianî. Bixwesta tiştekî bike dê teqez bikira. Kes nikarîbû biba asteng. Pir ji partiyê hez dikir û kesî nekarîbû wê ji vê doz û heskirina biqetîne. Dema diçû dibistanê li şûna pirtûkên dibistanê kovar dibir dibistanê. Dema ji dibistanê dihat mal, çantayê xwe li mal datanî û diçû çalakiyan. Heval û mamosteyên Mizgîn pir ji wê hez dikirin. Heval û mamosteyên wê dihat mala me û pirsa wî dikirin. Rojekê mamoste hat û bang li keça min kir û xwest bê dibistanê. Ji min re got "Keça te jîr û zêhatî ye, lê nayê dibistanê."

'Mirinek hebe bila bi rûmet be'

Dayik Atabay, da zanîn ku hevalên Mizgîn pir ji wê hez dikir û wê jî pir ji hevalên xwe hez dikir û wiha berdewam kir. "Tu carî ji hevalê xwe nediqetiya. Her tim bi hevalê xwe re diçû çalakiyan û bi hevalên xwe re diçû dibistanê. Digot 'Li ser gelê kurd zulim heye. Hevalên me tên kuştin. Ji ber vê yekê tu wateya xwendina min tune.' Temê wê pir biçûk bû, lê wekî mezinan difikirî û tev digeriya. Keç min, jîr, çalak û zahe bû. Wêrek û li pêş bû. Ji bo têkoşînê her tişt dida ber çavan." Atabay, destnîşan kir ku keça wê ji ber zilma li ser kurdan û Kurdistanê qebûl nekir berê xwe da ber çiyê. Li dijî polîtîkayên bişaftin û înkarê derket çiyê û wiha berdewam kir: "Keça min her tim li dijî zilmê bû digot 'Ez ji bo azadiya gelê xwe her tim amade me.' Zilima li ser kurdan qebûl nekir."

'Ew hevalên me dikujin'

Dayika Mizgîn Cazya Atabay, da zanîn ku dema keça wê 15 salî bû carekê hate binçavkirin û wiha got: "Dema keça min di bin çavan de bû Polîsên TEM'ê bang min kir. Dema ez çûm, ji min re got: "Li ser keça te 6 heste derketin. Keça te molotofkokteyl, fîşekên havaî davêje me. Tu çima li keça xwe xwedî dernakeve. Ji bo temenê keça min biçûk bû serbest berdan. Keça min di baxçeyê TEM'ê de got 'Dayê vana dijmin in. Tu çima li cem wan wisa tev digere. Vana hevalên me dikujin. Bi cenazeyên wan dilîzin. Li gel cenazeyên wan wêneyan dikişînin. Hêrs bû û çû."

Got 'Heqê xwe helal bike' û çû

Atabay, diyar kir ku Mizgîn ji wê, xwişk û birayê xwe pir hez dikir, lê bêtir ji doz û têkoşînê hez dikir. Atabay, roja çûna keça xwe wiha vegot: "Di 12'ê Hezîrane roja hilbijaritnê de çû. Heta saet 9-10.00'an li malê bû. Beriya ku biçe got 'Dayê ez dê biçim. Em dê biser bikevin. Em dê vê yekê pîroz bikin. Min jî got raweste em dê bi hevre biçin. Lê li min guhdar nekir cilên xwe li xwe kir, pere ji min xwest û çû. Dema çû min di şikakeyê re ew temaşe dikir. Destê xwe li min kil kir û got 'Bi xatirê te heqê xwe li min helal bike' û çû.

'Hêrs û evîna Mizgîn jî li gel temenê wê mezin bû'

Xwişka Mizgîn Yezdan Atabay jî diyar kir ku xwişka wê pir bi coş û kelecan bû û wiha got: "Piştî xwişka min tekoşîna azadiya kurd nas kir û bi çalak tev li xebatê bû, pir hate guhertin. Berê rabûn û rûniştina wê û cil û bergê wê hate guheritn. Bi evînek mezin bi doza xwe ve girêdayî bû. Hêj biçûk bû di dilê wê te tovên têkoşînê mezin dibû. Her ku mezin dibû hêrs û evîna têkoşînê jî di dilê wê de mezin dibû. "

Bav Mehmet Şerif Atabay jî anî ziman ku keça wî di rêyek bi şeref û rûmet de çû û bi keça xwe serbilind in.

(mae)