1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Mirovahî di wê sarincê de qerisî'
'Mirovahî di wê sarincê de qerisî',mirovahî,di,wê,sarincê,de,qerisî

'Mirovahî di wê sarincê de qerisî'

A+ A-

ŞIRNEX(DÎHA) - Li Cizîrê xwedanê sarinca ku cenazeye zaroka 10 salî Cemîle Çagirga 2 rojan tê de mayî diyar kir ku ji ber mirovahî di vê sarincê de qerisiye ew êdî vê sarincê bi kar naîne.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 7'ê îlonê de zaroka bi navê Cemile Çagirga ya ji aliyê polîsên sekvanan ve bi guleyê hat qetilkirin û 2 rojan li hevşa malê de cenazeyê wê di sarinca cîranê van de hati bû girtin. Xwediya sarincê Xatîn Motor (40) têkildarî mijarê de wiha got: "Dema Cemile ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin ji ber ku polîsan ne hiştin ambulans bê cenazeyê Cemile bibe morgê ji bo ku cenaze xirab nebe me sarinca xwe ya zexire valekiri û cenazeyê wê di sarincê de parast. Piştî du roj şunda cenaze birin morgê."

Motor da zanîn ku ev di xwazin sarincê bavêşin lê ji ber rojnemevanê ji derve tên ev 11 rojin sarinc li hevşa mala van de ye û wiha axivî: "Ji ber ku mirovahî di wê sarincê de qerisî ye em naxwazin êdî bikarbînin."

(zf/bd)