1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mizgîn ji bo zimanê zikmakî dibistana dewletê red kiriye
Mizgîn ji bo zimanê zikmakî dibistana dewletê red kiriye,mizgîn,ji,bo,zimanê,zikmakî,dibistana,dewletê,red,kiriye

Mizgîn ji bo zimanê zikmakî dibistana dewletê red kiriye

A+ A-

GOKHAN ALTAY

AMED (DÎHA) - Mizgîn Tûran, piştî pola 8'emîn a dibistana dewletê ji ber ku zimanê kurdî qedexe bû, şiddet û heqeret tê de hebûn dev ji dibistanê berda û 3 sal in di Konservatura Aram Tîgran de bi zimanê zikmakî perwerde dibîne. Tûran, diyar kir ku divê hemû zarokên kurd dev ji dibistanên dewletê berdin û saziyên kurdewar de perwerdehiya xwe berdewam bikin.

Gelek zarokên kurd û gelên din ji ber polîtîqaya pişavtinê yên dewletê di dibistanan de hatin pişavtin û hê jî tên pişavtin. Mînaka herî berbiçav ku jî dibistanên bi navê YÎBO ku di dema Îsmet Înonu de bi piranî li Kurdistanê hatin avakirin in. Her çiqas ev polîtîqayên pişavtinê bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd heya astek hat sekinandin jî hê di roja îroyîn de berdewam dike. Di heman demê de dewlet bi hin gavên wek "dersên bijarte" û beşên "kurdolojiyê" ku di bin navê "Enstituyên Zimanên Dijîn" de avêtin jî ev rê li ber girtina pişavtinê têrê nekir û ji aliyê gelê kurd ve jî nehat qebûlkirin. Gelek zarokên kurd jî di heman demê de li hember van polîtîqayan dev jî dibistanên pergalê berdan. Ji van yek jî Mizgîn Tûran (15) ku di pola 8'êmîn a dibistana dewletê berdaye ye. Tûran piştî dev ji dibistana dewletê berda di Konservatuara Aram Tîgran de dest bi perwerdehiyê kurdî kir û ev nêzî 3 sal in jî li vê derê perwerdehiya xwe berdewam dike. Tûran di dawiya hefteyê de tê ji bo waneyên xwe di nav heftê de jî ji bo xebitîn û spartekên xwe tê Konservatura Aram Tîgran. Di heman demê de jî ji bilî dersên zimên perwerdehiya tembûr, notayê jî li konservatuarê hîn dibe.

'Divê hemû zarok dev ji dibistanên dewletê berdin'

Tûran, anî ziman ku dema ew diçû dibistana dewletê gelek aciz bû û ji ber ku zimanê perwerdehiyê jî bi zimanê tirkî bû ji pola 8'emîn dev ji dibistanê berda. Tûran, da zanîn ku wê ji hes dibistana ku bi zimanê tirkî dersan didin hez nekir û wiha got: "Ez 8 sal çûm dibistana dewletê. Ji berê heya niha jî dema ez diketim waneyan hewesa min dişikest û min nedikarî ez di waneyan de bimînim. Her wiha di dibistanên dewletê de nêzikatiya mamosteyan a li hember xwendekaran jî nebaş bû û ji bilî pişavtinê heqeret û şîdet hebû. Min jî biryar da ku ez bi malbata xwe re biaxivim û dev ji dibistanê berdim." Tûran, anî ziman ku di dibistanên dewletê de zimanê wan jî qedexe bûye û wiha axivî: "Min nedikarî di wan dibistanan de bi zimanê xwe biaxivim. Ji ber ku waneyên ku dihatin dayîn ne bi zimanê me dihatin dayîn."

Tûran, bilêv kir ku dema ew çû li çem malbata xwe û ji wan re rewşa xwe parve kir jî malbatê li hember biryara wê rêzdar tevgeriyane û axivî: "Dema min ji wan re got jî ew jî kêfxweş bûn û nexwe wan nedixwest ez biçim wê derê." Tûran, anî ziman ku ew ji ber ku hatiye konservatuarê gelek kêfxweş e û dema qedîna perwerdehiyê jî dixwaze bibe mamosteya muzîkê. Tûran, destnîşan kir ku ew niha bi zimanê xwe li tembûrê dide û di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû zarokan kir ku dev ji dibistanên pergalê berdin û bên saziyên çandî yên kurdewar."

Bav Tûran: Piştî 7 saliya min "lorî, lorî" bû "nennî, nenni"

Bavê Mizgîn, Muhsîn Tûran jî ji DÎHA'yê re nêrînên xwe parve kirin. Bav Tûran jî da zanîn ku kesên ku bi çand, huner û zimanê xwe perwerde nebe dipişêve û kurdîtiya xwe dûr dikeve. Bav Tûran, anî ziman ku divê her mirov bi çand û hunera xwe perwerde bibe û kesên ku vê dixwazin jî dev ji dibistanên dewletê berdin. Bav Tûran, da zanîn ku ew kêfxweş e ku keça wî biryarek bi vî rengî daye û wiha axivî: "Zarokên me dema diçin dibistanê bi tirkî dixwînin. Serê sibê bi kurdî diaxivin û piştre jî bi tirkî diaxivin. Ji ber vê me jî nedixwest bi zimanê tirkî perwerde bibin." Bav Tûran, destnîşan kir ku wan heya niha ji ber zimanê xwe gelek zehmetî kişandine û wiha bang li malbatên kurd kir: "Divê zarok çi dibe bila bibe di nav malbatê de ji eslê xwe dûr nekeve û bi wê hişmendiyê mezin bibe. Divê hemû malbatên kurd jî bi ziman, çand û fikrên kurdewar zarokên xwe mezin bikin. Ji malbatan rica dikim ku ji her alî ve li zarokên xwe xwedî derkevin û serkeftiyên ku me bi dest xistine xwedî derkevin." Bav Tûran, diyar kir ku ew heya 7 saliya xwe bi "lorî, loriyan" mezin bûye û piştre bi "nînnî, nînniyan" hatiye mezinkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema em diçin dibistanên tirkan ji me re çi dibêjin? Ji me re dibêjin ji eslê xwe dûr bikevin û em çi dibêjin wan pêk bînin. Perwedehî dema bi zimanê te nebe di çi astê de dibe bila bibe kêr nayê. Ziman ji bo me hebûn e, divê em li hebûna xwe xwedî derkevin."

(bd)