1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Modela herî guncav Xweseriya Demokratik e'
'Modela herî guncav Xweseriya Demokratik e',modela,herî,guncav,xweseriya,demokratik,e

'Modela herî guncav Xweseriya Demokratik e'

A+ A-

Di çarçoveya Forûma Civakî ya Mezopotamyayê (FCM) de panela "Rêxistinkirina Tevgerên Gel" hate lidarxistin. Di panelê de hate diyarkirin ji bo rêxistinbûna tevgerên gelan modela herî guncav Xweseriya Demokratik e.

Di çarçoveya Foruma Civakî ya Mezopotamyayê (FCM) de li salona Tîgrîsê ya Sumerparkê panela bi navê "Rêxistinkirina Tevgerên Gel" hate lidarxistin. Di panelê de mijarên cuda hatin niqaşkirin û ji modelan mînak hatin dayîn. Li ser tevgera gundên herêmî yên Arjantinê Margaritta Gomez, li ser tevgera gel a demokratîk a Ekvadorê Karla Kalapaqu û li ser Tevgera gel a Tirkiyeyê jî Berxwedan Yaruk axivîn.

Endamê tevgera MOCASE-Via Campesina a gel a Arjantinê Margaritta Gomez, dîroka tevgera gel vegot. Gomez, diyar kir ku li welate wan hemû axên mezin ji aliyê serdestan ve hatibûn desteserkirin û zilmek gelek mezin li wan dihat kirin. Gomez, anî ziman ku piştî gel kom bi kom xwe bi rêxistin kir û li dijî vê pergala kedxwariyê têkoşiyan û xwe bi rêxistin kirin bi ser ketin. Gomez, da zanîn ku tekoşîna gelê kurd dide jî pir girîng e û wiha got: "Ji ber ku em hewldan û tevgera gelê kurd girîng dibînin divê em di nava hevkarî û piştevaniyê de bin.

Ceribînên Ekvadorê

Endamê Tevgera Gel a Demokratîk a Ekvadorê (MPD) Karla Kalapaquî jî li ser hevgera gelê Ekvadorê rawestiya. Kalapaqui, da zanîn ku li Ekvatorê gelek netew û nijad hene û ji salên 1970'e heta niha li Amerikaya latîn li dijî neo-liberalizme têkoşînekê didin.

Ceribandinên kurdan

Li ser ceribandinên têkoşîna kurdan jî pêşkêşvanê panelê Berxwedan Yaruk axivî û diyar kir ku di tekoşînên sosyalîstên cîhanê de kêmasiyê rêbazên heye. Yaruk, anî ziman ku şoreşeke sosyalîst bi amûrên kapîtalîzmê pêk naye û wiha got: " Wek hevalanjî da zanîn kapîtalîzm tû cewhereke mirovahî nahêle û naveroka wateyê vala dike. Li hemberî vê êrîşa kapîtalîzmê ger rêxistinên şoreşger alternatîfeke ava bikin û ev alternatîf jî li kurdistanê xweseriya demokratîke. Tevgera azadiyê çiqas li hemberî kapîtalîzmê berxwe dabe jî her wekî din li hemberî sekna determînîst ya marksîstajî buye alternatîfeke ku mirov dikaribe hêza gûhûrandina xeta dîrokê di xwe de bibîne. Xweserî hamleyeke mudaxeleyê sekna dîrokê dike û bingeha wê jin û xwezaye."

Yaruk, daxuyand ku ev yek jî cewhera xwe ji civaka xwezayî digire û li heremê xweserî piştî sala 2005'an hate înşakirin û niha bi giştî li herêmê li ser birdoziya civakeke demokratîk, ekolojîk û zayendparestî bi sedan komûn, meclîsên taxan û meclîsên bajaran hene. Yaruk, bilêv kir ku tu pirgirêka gel naçe sazîyên pergalê bi tevahî di nav meclîsên taxan de an jî meclîsên komûnên gundan de tê çareserkirin û wiha axivî: "Pirsgirêkên hiquqî, ehlaqî û civakî bi tevahî gel bi xwe çareser dike û her meclîseke xwedî berdevkeke jin û mêr e. Weke Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan jî dide zanîn "Mirov heywaneke ku herî civakî ye" li gor vê yekê rastiyeke dertê holê û ev rastîjı ewe ku mirov di nav civakê de dibe mirov. Bê civak tû wate ya mirov nîne.Armanca Rêxistina azadiya gelê kurd ewe ku gelê kur êdî bibe xwedî statuyeke û biryarên xwe bi xwe bide. Xwe bi xwe bi rêve bibe. Ji bo rojhelata navîn jî modela herî rast û dîrokî konfederalîzma demokratîk e. Ev yek endezyariya civakiyê ye. Bi tevahî ji xwe gelên mezopotamyayê weke pergala konfederalîzmê dıjîn. Ji xwe em tenê vê yekê di fermîde didin rûniştadin û berfireh dikin. Ku li hemberî moderniteya kapîtalîzmê em modernîteya demokratik ava nekin pêşeroja me ji dê bibe weke Rusya, Çîn û her wekî 'dewletên sosyalîstên" din. Divê baş bê zanîn ku xweseriya demokratîk li hemberî netew-dewlet alternatîfeke însanî ye û xwedî civakeke bi ehlaq û polîtîk e. Wek rêberê gelê kurd jî dibêje "Dîrok û paşeroj çibe rojame û pêşeroj jî ewe" yanî mirovahî ku di dema civaka xwezayî de kêfa xwe jiya be û demokrasî hebe dê em jî li gorî vê yekê hewl bidin û wê riha azad di roja xwede biafirînin

Pişt re niqaş bi parvekirina ceribandinen tevgerên gel berdewam kir. DÎHA (by/mae)