1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Modela jiyana hevpar: Efrîn (DOSYA 1)
Modela jiyana hevpar: Efrîn (DOSYA 1),modela,jiyana,hevpar,efrîn,dosya,1

Modela jiyana hevpar: Efrîn (DOSYA 1)

A+ A-

NAZIM DAŞTAN

EFRÎN (DÎHA) - Çeteyên DAÎŞ, El Nusra û Ahrar-û Şam ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin, dixwazin têkiliya Kantona Efrînê ya Rojava ji cîhanê qut bikin. Lê Kantona Efrînê li gel hemû êrîşan bi modela Parastina Rewa û aboriyê îspat dike ku hêza wê heye xwe bi rêve bibe. Rêveberiyên li ser bingeha demokrasî, wekhevî û edaletê tên avakirin modela jiyana hevpar û jiyana nû ava dikin.

Li Sûriyê piştî îsyana navxweyî dest pê kir, li dijî rejîma Baasê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Efrîn, Kobanê û Cizîrê Şoreşa Rojava dest pê kir. Di 20'ê Tîrmeha 2012'an de li Efrînê xweseriya demokratîk îlan kir. Li Cizîr û Kobanê jî xweserî hat îlankirin. Niha têkoşîna azadiyê li hemû Rojavayê berdewam dike. Kantona Efrînê ku li Rojavayê Rojava yexwedî navçeyên Şêrawa, Cindirêsê, Mabata, Reco, Bilbilê, Şiyê û Şera û 365 gundan e. Efrîn ji çar aliyan ve girtî ye. Li rojhilat Ezaz, li rojava Îdlip, li başûr Halep heye. li Bakurê Efrînê jî Tirkiye heye. Li ser sînorê Ezaz, Îdlip û Halepê çeteyên El-Nusra heye. Li bakur jî leşkerên tirk cih digirin. Efrîn, di pêvajoya şoreşê de pergala demokratîk ava kir û hemû bawerî, reng û nirxên civakan anîn cem hev. Nifûsa Kantona Efrînê ku berê 700 hezar bû, niha 500 hezar kesên din ji bajarên Halep, Îdlip, Hama, Humus û Şamê koçî Efrînê kirin. Niha nifûsa wê nêzî milyonek û 500 hezarî ye. Li Kantona Efrînê kurd, ereb, êzîdî û elewî bi hevre dijîn.

RÊVEBERÎ

Di rêveberiyên kantonên Rojava de her reng, bawerî û ziman hene. Li Efrîna ku 3 salin çar aliyê wê hatiye girtin rêveberiya xweser hatiye îlankirin û xwe bi xwe bi Rêve dibe. Hevserokên Kantona Efrînê Hevi Mustefa Alevî, Wezîra Derve Êzidî û çar wezîr jî ji gelên Ereb in. Kanton ji 1'ê Tebaxa 2012'an heta niha bi pergala Hevserokatiyê bi rêve diçe. Hevserokê Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, diyar kir ku di nava şert û mercên gelek zahmet de rêveberî îlan kirin û wiha got: "Di nava şert û mercên şer de xebatên avakirina meclîs, komun, komîte û yekîneyên din pir dema wan stend û pir zahmetî kişandin. Îsa, da zanîn ku piştî wan rêveberî ava kirin bi lezgîn dest bi xebatan kirin.

'Di bin dorpêçê de jiyanek azad heye'

Îsa, anî ziman ku 3 salin çar aliyê wan hatiye girtin û 3 salin di bin dorpêçê de bi awayekî azad xwe bi rêve dibin. Îsa, destnîşan kir ku li bakur bi destê Tirkiyeyê çete derbasî aliyê wan dibin û xwe li hemberî çeteyan diparêzin. Îsa, daxuyand ku sedemên siyasî, aborî, dîplomasî û leşkerî li ser vê yekê heye û wiha got: "Li gel van şert û mercên dorpêçê em dîsa hewl didin ku çawa rêveberiyek ku di xizmeta gel de pêş bixin. Em hewl didin hêzê bidin gelan di nava şert û mercên baş de gelan bi rêve bibin. Di 2 salên dawî de dorpêça li ser kantona Efrînê zêde bûye. Ketin û derketin zahmettir bûye."

'Deriyê Tirkiyê girtî ye'

Îsa, bibîrxist ku herî zêde ambargo bandorê li ser kantonê dike û wiha berdewam kir: "Tirkiye hemû deriyên xwe li kantonê girtine. Niha destûr nade ku welatiyên sivîl jî derbas bibin. Tirkiye siyasetek qirêj dimeşîne. 22 wezîrên kantonê hebûn. Me hinek wezaret kirin midûriyet û niha 16 wezaret hene. Dema rejîma Baasê xwe paşve kişand, hemû malzemeyên bingehîn şên şaredariyan bi xwe re birin. Hemû teknîk û amûrê ku xizmeta civakê dike bi xwe re birin."

PARASTINA REWA

Di Şoreşa Rojava de piyê herî girîng yekîneyên parastina rewa ye. Hêzên Parastina Rewa YPG û YPJ li dijî êrîşên çeteyan û hêza rejîma Baasê xwe diparêze. Hêzên leşkerî yên kurdan li Kobanê, Cizîr û Efrînê yên Rojava hem civakê diparêzin û hem jî axa kantonan diparêzin. Li gel hezên leşkerî hêzên asayişê yên wekî Hêzên Parastina Civakê (HPC) niha xwe bi rêxistin dikin.

Der barê parastina civakî de jî Wezîrê Parastina Efrînê Ebdo Îbrahîm, agahî dan û destnîşan kir ku ev hêz tenê civakê li dijî êrîşên derve diparêze. Îbrahîm, da zanîn ku ji bo sivîlan biparêzin xwe bi şêwazên cuda bi rêxistin dikin û herî zêde girîngiyê didin ewlehiya nava kantonê. Îbrahîm, bilêv kir ku niha Hêzên Parastina Civakê ava kirine û wiha got: "Niha li Efrînê 7 tax hene. Li her taxê komun hene. Li van taxan komîteyên parastinê hatin avakirin. Em ji wan re dibêjin HPC. Ev yekîne ji saet 11.00'ê şevê heta saet 04.00'ê sibê nobet berdewam dike.

Her ciwan li ser esasê parastina rewa perwerde dibe

Îbrahîm, destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê heta niha gel dest bi parastina xwe kir û li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Xwe biparêzin" dest bi rêxistinbûnê kirin û wiha got: "Li ser vê bangê me biryara ku em hemû ciwanên Efrînê di perwerdehiya parastina rewa re derbas bikin girt. Îbrahîm, Ji 18 salî heta 30 salî ciwan dikarin di nava parastina rewa de cihê xwe bigirin. Kesên xwende dê 6 mehan leşkeriyê bikin. 45 rojan perwerde dibînin. Dê herêma xwe biparêzin. Kesên dixwînin dê di nava 2 salan de vê peyvirê pêk bînin. Malên ku tenê zarokek wan hebe dê ji leşkeriyê muaf bin. Ev ji bo birayên YPG û YPJ'ê derbas nabe. Kesên di nava vê parastinê de cih bigire dê fonê debarê jî bistînin.

ABORÎ

Li Efrînê pergala aboriya civakî hatiye pêşxistin. Li Efrînê pergala kooperatifbûne derdikeve pêş. Kantona Efrînê li Rojava xwedî axa herî bi bereket e. Wekî depoya zexîre ye. Teamên wekî zeytûn, tirî, hinar, çandiniyên wekî genim, nohut, nîsk, fasulî û gelek cureyên fekî li vir tên çandin. Dîsa li vir sabûn û rûn tê hilberîn. Ji sedî 18'ê hilberîna sabûn û rûnê Rojava li Kantona Efrînê temîn dibe. Ji sedî 35'ê zeytûnan yên Sûriyê ji Efrîn'ê temîn dibe. Li gorî lêkolîna koma Aboriyê di sala 2012'an de Efrîn deboya aboriya Sûriyê ye. Wezîrê Aboriya Kantonê Ahmed Yusif, anî ziman ku li gel çar aliyê Efrînê girtî ye jî dikare debara xwe bi xwe bike.

Yusif, destnîşan kir ku piştî şoreşa 19'ê tîrmehê îspat kirin ku Kantona Efrînê dikare di qada aborî de jî xwe li ser piyan bihêle û Navenda Geşkirina Aborî ava kirine. Yusif, da zanin ku wan ev pergal bi feraseta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêş xistiye. Yusif, anîziman ku têkildarî vê pergala aboriyê li bajarê Helsinkî yê Finlandiyê semîner dan. Yusif, da zanîn ku Halep di qada aborî de niha mohtacê Efrînê ye û ger Efrîn nebe, di aliyê rûn, zeytûn, fekî û team de Halep dê birçî bimine. Yusif, anî ziman ku her kes di xebatên çandinî û sewalkariyê de bi awayekî kolektif dixebite. Yusif, bibîrxist ku ji bo hilberînê febriqe pêwistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di pergala xwe ya aboriyê de atolyeyan û saziyên aboriya gundan vedikin. Her welatî hem karker û hem jî karsaz e. Têkiliyên me yên bi saziyên aboriyê re baş in. Dan û stendina me heye. Em beşdarî konferansên aboriyê yên Rojava jî dibin. Profesorê Alman, der barê pergala aborî de lêkolîn kirin. Em dê di rojên pêş de Kongreya Aboriya Efrînê pêk bînin. Em armanc dikin ku aborînasên navneteweyî jî dawetî vê kongreyê bikin."

SIBÊ: Li Efrînê hiqûq, Çand û Huner û Perwerdehî

(mae)