1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. MSD’ê bi rûsipiyan re civiya
MSD’ê bi rûsipiyan re civiya,msd,ê,bi,rûsipiyan,re,civiya

MSD’ê bi rûsipiyan re civiya

A+ A-

DÊRIK – Rayedarên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi rûspiyên eşîreyên Kurd û Ereb û nûnerên Suryaniyên Dêrikê re civiya.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Dicle bi beşariya dehan rûspiyên herêma Dêrik, endamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hikmet El-Hebîb, Mihemed El-Binyan, Rojîn Remo, her wiha endamên Komîteya Dimplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Sûad Xelo û Mihemed Derwîş pêk hat.

DRK-CEVINA-MSD-ROSEPIYAMRE-1

Piştî deqeyekê rêzgirtin, Endamê Mihemed Elbinyan El-Binyan axivî û diyar kir ku Meclîsa Sûriyaya Demokratîk ji berhemên kedkariya gelê herêmê ye.

El-Binyan destnîşan kir ku beşên civakê yên ji hemû pêkhateyan bi hezarên salan e bi hev re dijîn û demên dîrokî bi hev re derbas kirine, ev meclîs ava kirin û tevî hemû dijwariyan, lê pêkhateyan dikaribûn bibin yek.

Di civînê de Rojîn Remo jî axivî û da zanîn ku serkeftina kongerya Sûriyeya Demokratîk bi beşariya jinên xwedî îradeya xwe di hemû biryar û komîteyan de pêk hat.

Remo diyar kir ku beşdarbûna jinan di kongreyê de rûyê demokrasiya rasteqîne nîşan dide û got armanc j wan ji vê civînê jî destxisitna serkeftinên mezin ku xizmeta welat bikin û guhedarkirin nêrînên welatiyan e.

Piştre encamnameya Kongreya Sûriyeya Demokraîtk ji aliyê Mihemed El-Binyan ve hat xwendin û deriyê gotûbêjan ji hember beşaran hat vekirin.

(xê)

ANHA


Bêjeyên Miftehî