Mudaxeleya girseyê kirin
A+
A-
Bi hezaran Amediyên ku bihîstin polîsan li taxa huzurevleriya Peyasê 2 kes înfaz kirin ber bi cihê bûyerê ve meşiya. Lê polîsan bi mûdaxaleyeke tund girse asteng kirin. Bûyerên ku li ser mûdaxaleya polîsan destpê kirine dewam dikin.
Bi hezaran Amediyên ku piştî agahiya 2 kes hatine înfazkirin girtin, ber bi cihê bûyerê ve dest bi meşê kirin. Hevseroka BDP'a bajêr Zubeyde Zumrut û rêvebirên BDP'ê jî di nav de bi hezaran kesên meşiyan li hemberî înfaza 2 kesan nerazîbûn nîşan dan. Di çalakiya ku rêxistinên saziyên sivîl jî tevlî bûyîn de li ber navenda kar a Nînovayê rastî astengiya polîsan hatin. Bûyerên ku li ser mûdaxaleya polîsan destpê kiriye berdewam dikin.../ DÎHA (ak)
Bêjeyên Miftehî mudaxeleya,girseyê,kirin
