Mustafa Goren bû şaredarê Cizîrê
Ji şaredariya Cizîrê re Mustafa Goren hate hilbijartin
Piştî Şaredarê Cizîrê Aydin Budak ê di doza "KCK'ê" de hate girtin cezayê wî yê 2 sal û 7 meh ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin ji peywirê hate girtin, ji şaredariya Cizîrê re Mustafa Goren hate hilbijartin.
Hefteya borî cezayê Şaredarê Cizîrê Aydin Budak ji ber ku cezayê wî hate erêkirin ji aliyê Dadgeha Bilind ve ji peywirê hate girtin. Civîna Encumenên Şaredariya Cizirî ya ji bo hilbijartina şaredariyê pêk hat. Di civînê de Mustafa Goren ê berê Wekîliya Şaredariyê dikir şaredar hate hilbijartin. Goren dengên 15 endamên meclîsa şaredariyê hemû girtin. Goren, piştî hilbijartinê ji hemû endamên meclîsê spasî kir û wiha got: "Ez spasiyên xwe ji Navenda Giştî ya BDP'ê ya ku ez layîkî vê yekê dîtim û endamên Meclîsa Şaredariyê yên ez weke namzet nîşandam spasiyê xwe pêşkêş dikim. Em dê ji bo gelê Cizîrê bi hev re xebatên xwe berdewam bikin."
(bd)
