1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mîhrîcana Cizîrê bi meşa dest pê kir
Mîhrîcana Cizîrê bi meşa dest pê kir,mîhrîcana,cizîrê,bi,meşa,dest,pê,kir

Mîhrîcana Cizîrê bi meşa dest pê kir

A+ A-

5'emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Hunerê ya Cizîrê ya ku bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî di 12-15'ê Gulanê de bi slogana "Zimanê azad, çanda azad welatê azad e" pêk bê bi meşa erbaneyê dest pê kir.

5'emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Hunerê ya Cizîrê ya ku bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî di 12-15'ê Gulanê de pêk bê bi meşa erbaneyê dest pê kir. Meşa mîhRîcana ku îsal bi dirûşma "zimanê azad, çanda azad welatê azad e" pêk tê li ber avahiya BDP'ê bi meşê dest pê kir. Gelek kes bi erbaneyan û stranan heta Parka Şaredariyê ve meşiyan. Namzetê Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê yê Şirnexê Hasîp jî beşdarî meşê bû. Bi sedan kesên ku serê sibehê li ber avahiya BDP'ê hatin ba hev bal kişandin ser pêkutiyên li ser ziman û xwedî li zimanê xwe yê dayîkê derketin. Di meşê de esnafan jî bi çepikên xwe piştgirî dan girseyê.

Li Parka Şaredariyê qurdelaya vekirinê Kaplan û keça Orhan Dogan Ayşegul Dogan birî. Piştre hin welatî li ser şînahiyê rûniştin û hinek ji wan jî li parkê pêşangehên ku hatine vekirin geriyan. Di çarçoveya mîhrîcanê de li konê ku MEYA-DER'ê vekiriye wêneyên kesên ku hatine windakirin hatin pêşandan û li koneke din jî pêşangeha bi navê "Rûyên esîr" a Burhan Ozdemîr û Nezîr Şahîn hate pêşandan. Jin bi stranên herêma Botanê gvend gerandin, hin jinan jî nan û patîle çêkirin. Her wiha jînan bi meşkê dew jî çêkirin, bi destaran genim hêran. Li aliyê din KESK'î û nûnertiya Odeya Tabîban a Cizîrê stand vekir û xwarinên herêmî yên Botanê li vir hatin pêşkêşkirin.

'Armanca mihrîcanê pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî ye'

Her wiha 8 minibusên Şaredariya Cizîrê jî yên hatin kirin hatin danisandin. Minîbûs dê di dema mihrîcanê de bê pere bin. Wekîlê Şaredarê Cizîrê Mehmet Saçi, diyar kir ku armanca mihrîcanê ya esîl pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî ye. Saçi, anî ziman ku li gel hemû polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser kurd, kurdan tu caran zimanê xwe birnekirine û wiha got: "Li dijî vê yekê her tim xwedî li ziman derketin pêkhat. Bila hemû kes bizane ku kurdî rûmeta gelê kurd e. Gelê kurd tu caran dest ji rûmeta xwe bernade."

'Em dê bi mîhîrcanê careke din çanda xwe nîşan bidin'

Namzetê serbixwe yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî diyar kir ku ew dê bi mîhrîcan li dijî raman ziman û çanda wan înkar dikin, careke din çanda xwe ya bingehî nîşan bidin. Kaplan, bendên ewlehiyê jî rexene kirin û bang li welatiyan kir ku bi hestiyar bin. Piştî re Koma Kulîlkên Botan Govendê lîstikên herêmê lîstin. Piştî re jî Koruya Zarokan a Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zînê bi erbaneyen mîhrîcan bi coş kirin Mihrîcan dê bi panela "Perwerdehî û Pirzimanî" bidome.

Mihrîcan dê bi bernameyên cuda bi dome

Ji ber ku mîhrîcan rastî Cejna Zimanê Kurdî hate dê têkildarî ziman de bernameyên cuda bên li dar xistin. Di çarçoveya mihrîcana 4 rojan berdevam dike dê şano, konser, pêşandana film, gotibêj, dîroka zimanê kurdî, dîroka rojnameya kurdî, di baweriyan de cihê ziman, "Xweseriya Demokratîk", qirkirin jinê û gelek bernamehên din dê bên nîqaşkirin. Di mihrîcanê de dê ji bo zarokên TMK'ê konser bên dayîn.

DÎHA (ft/sa/lg)