1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 5. Mîhrîcana Filmên Karkeran a Navnetewî
5. Mîhrîcana Filmên Karkeran a Navnetewî,mîhrîcana,filmên,karkeran,a,navnetewî

5. Mîhrîcana Filmên Karkeran a Navnetewî

A+ A-

5. Mîhrîcana Filmên Karkeran a Navnetewî ya Edenê bi nîşandana belgefilma "Ya ku em dibînin rûye me bixwe ye" ku berxwedana karkerên TEKEL'ê vedibêje, dest pê kir.

Di çeroveveya mihrîcana ku ji hêla DÎSK, KESK Halkevlerî û rêxistinên sivîl ên civakî ve hatiye organizekirin de gelek kes li Galeriye Hunerê ya sala 75'emîn a li Parqa Ataturk kom bûn. Li vir heta Salona Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de pankarte "Ji 4C'yê re na-Karkerên TEKEL'ê ku berxwe didin", hilgirtin û diruşma "Bijî têkoşîna me ya kerkeran" , "Karkerên TEKEL'ê ne bi tenê ne", "Em mafdarin em dê qezenç bikin" berz kirin.

Axaftina vekirina mihrîcanê Serokê Şaxa SES'ê ya Edenê Mehmet Antmen kir û da zanîn ku di mîhrîcanê de karker, kedkar, xwendekar û betal dê derkevin ser dîkê û wiha axivî: "Vê carê xîzan diaxivin. Têkoşîna karkeran derbazî perdeye spî dikin. Hêzên demokrasiyê û kedkariyê li bajarê me bi mîhrîcanê tên ba hev. Ka li rojname û tv'an binêrin hûn dê karkerekê bibînin? Vaye em kursiye me vaye em gotina me. Em dê di vê mîhrîcanê de biaxivin, mafê gotinê yê me ye."

Piştî axaftinê Şanoger Hayalî Tevfîk Dînç lîstîka Siya Karagoz-Hacîvat nîşanda. Meresim bi nîşandana belgefilma "Ya ku em dibînin rûye me xwe ye" ku têkoşîna karkerên TEKEL'ê vedibêje, bi dawî bû.

Mîhrîcan dê heta 29'ê berfanbarê bidome.

DÎHA