1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî dest pê kir
Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî dest pê kir,mîhrîcana,şanoyê,ya,navneteweyî,dest,pê,kir

Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî dest pê kir

A+ A-

"Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî" ya ji aliyê Wezareta Çandê ya Herêma Federal a Kurdistanê ve tê organîzekirin dest pê kir. Mîhrîcan bi pêşandana şano û fîlman dest pê kir û dê heta 23 îlonê bidome.

"Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî" li Salona Wezareta Çandê ya Herêma Federal a Kurdistanê bi merasîma fermî dest pê kir. Serokê Hikûmetê Berhem Salîh, Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî jî di nav de gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermend beşdar bûn. Di merasîma ku nûnerê Rêxistina Şanogerên Ewropî (ÎTÎ) jî berdar bûn de endamê Komîteya Amedekar a Mîhrîcanê Dr. Şemal Havezî, Serkê Hikûmetê Berhem Salîh û Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî axivin. Axafgeran bal kişandin li ser girîngiya çand û hunerê û hate xwestin ku mîhrîcan ji bo pêşketina çanda kurdan.

Piştî axaftinan şanofger Ahmed Salar helbest xwend û piştre jî Koroya Neteweyî ya Kurdistanê û koma govendê ku destanê "Memê Alan" bi govendê pêşkêş kir. Di çarçoveya mîhrîcanê de pêşangeh hatin vekirin û îşev dê li SAlona Gel, Salona Peşava û Midûriyeta Şanoyê, şano bêne pêşandan. Mîhrican dê heta 23'ê îlonê bidome. DÎHA (sa)