1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mîzgîn Tahir û Orkestraya Heskîfê
Mîzgîn Tahir û Orkestraya Heskîfê,mîzgîn,tahir,û,orkestraya,heskîfê

Mîzgîn Tahir û Orkestraya Heskîfê

Orkestraya Kurd a Heskîfê bi konsera Hunermenda Operayê Mîzgîn Tahir hate danasîn

A+ A-

Orkestraya Heskîfê yê ku ji hêla Şaredariya Êlihê ve ji bo pêşketina muzîka kurdî, danasîn, qeydkirin, arşîvkirina muzîkê amadekariya wê hatibû kirin, bi civînek çapemeniyê û bi konsera hunermenda Operaya kurdî Mizgîn Tahir re hate danasîn.

Şaredariya Êlihê ku demek dirêje ji bo pêşketin, danasîn, ji nû ve afirandin, qeydkirin û arşîvkirina muzîka kurdî amadekarî dikir, gavek girîng avêt. Ji bo danasîna Operaya Hestîfê li Salona Sînemaya Yilmaz Guney civîna çapemeniyê li darxist. Endamê PM'ê yê BDP'ê Osman Ergîn, Cigira Hevserokên BDP'a Êlihê Ayşe Agilgat, Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, nûnerên rêxistinên civakê yên sivîl û gelek kes beşdarê civînê bûn. Di civînê de Hunermenda Navenda Çanda Biharê Nuroj Tezel, daxuyaniya bi kurdî da. Tezel, diyar kir ku li ser van xakan xebatek nû dane destpêkirin. Tezel, da zanîn ku piştî hemû amadekariyan wan Orkestraya kurdî afirand. Tezel, destnîşan kir ku bi vê re jî xeyalek din a kurda pêk hat.

'Ev orkestra li dijî hemû îdîayên dijaqilan bersivek e'

Piştre Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, daxuyaniyek kurt da û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî. Temel, derbirî ku pêşî gotin zimanê kurdî tune, piştre gotin heye. Temel, da zanîn ku lê bi vê yekê re jî ji bo di bin de vê zimanî tune bikin, hemû cure pişavtina giran li ser meşandin lê bi ser neketin. Temel, di axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç a 'zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye'. Temel, wiha got: "Ev ziman ligel hemû polîtîkayên tunehesibandin û asîmilasyonan zimanek dewlemend û kevnare ye. Heke ev zimanê ku ji hêla gelê kurd ê herî dîrokî ve tê bikaranîn ku ne şaristanî be çi ye? Êdî em guh nadin gotinên wan û tiştê ji destê me bê em dê vê zimanî pêş bixin. Lewre ev orkestraya kurdî li dijî hemû îdîayên dijaqilan e bibe bersiv." Temel, diyar kir ku li ser vê yekê ew dê bi vê zimanî roman jî binivsînin helbest jî bixwînin, şano jî bikin û orkestra jî ava bikin. Temel, anî ziman ku dê gelek hunermendên heremê, welat û dervê welat beşdar bibin û hemû cihên ku gelê kurd hene, vê orkestrayî jî bibin wir.

'Mizginiye ji bo Hozan Serhat'

Piştî daxuyaniyan, Hunermenda Operaya kurd Mizgîn Tahir, derket ser dikê. Tahir beriya konserê axaftinek kurt kir û diyarkir ku ev orkestra mizginiye ji bo muzîsyenan, mizginiye ji bo guhdervanan û her wiha mizginiye ji bo Hozan Serhat. Tahir, piştî axaftinê bi stranên xwe yên zaravayên kurmancî zazakî, soranî guhdaran mest kir.

Civîna danasîna orkestrayê piştî konsera Tahir, bi kokteylekê dawî bû.

(ea/mae)