1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mûxalefeta Sûriyeyê parçe dibe
Mûxalefeta Sûriyeyê parçe dibe,mûxalefeta,sûriyeyê,parçe,dibe

Mûxalefeta Sûriyeyê parçe dibe

A+ A-

21.01.2014 08:27:18 Ji bo Cenevre-2 ku pîvanên wê yên armanc û beşdariyê bûne mijara nîqaşan, nakokiyên di navbera beşdaran de kûrtir dibe. Mûxalefeta Sûriyeyê ku yek ji aliyên bingehîn e, parçe bû.

AFP'ê ragihandin ku Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê xwe ji koalîsyona mûxalefetê vekişandiye. Konseya Neteweyî ku yek ji beşdarên herî mezin ê koalîsyonê ye ragihand, ku ji bo şermezarkirina biryara beşdariya li Cenevre-2 ya komên din ên mûxalefetê, wan gaveke bi vî rengî avêtine.

Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew biryardar in ku li gorî prensîba xwe ya 'heta Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad dest ji erka xwe bernede, dê bi rêveberiya Sûriyeyê re bi ti awayî hevdîtin neyên kirin' tevbigerin.

Hat destnîşankirin ku beşdariya Konseyê li Konferansa Cenevre-2 li dijî vê prensîbê ye.

Hat bibîr xist ku Konsey di 23'ê Tebaxa 2011'an de li Stenbolê hat avakirin û armanca wê jî "temsîlkirina daxwaz û fikarên gelê Sûriyeyê ye."