1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ´Name û kartên kurdî tên astengkirin´
´Name û kartên kurdî tên astengkirin´,name,û,kartên,kurdî,tên,astengkirin

´Name û kartên kurdî tên astengkirin´

Girtiyên jin: Name û kartên kurdî tên astengkirin

A+ A-

Girtiyên jin ên PKK'î û PAJK'î li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimînin, diyar kirin ku nameyên wan ên kurdî tên qedexekirin û wiha gotin: "Em dibînin ku dixwazin rageşiyê zêde bikin. Me bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kir, lê dozger jî ji rayedarên girtîgehê ne cûdatir e. Em bang li rayagiştî dikin ku li hemberî van pêkanînan hestiyar tev bigerin.

Girtiyên jin ên PKK'î û PAJK'î yên Girtîgeha Girtî ya Jinan bi nameyekê bal kişandin ser pirsgirêkên xwe. Jinan di nameyê de diyar kirin ku piştî rêveberiya girtîgehê hat guhertin binpêkirinên mafan jî zêde bûn û wiha got: "Li gel ku di rêziknameyê de mafê me heye jî dîsa li gorî xwe tev digerin û bi awayekî keyfî mafê me binpê dikin. Em dibînin ku heta niha mafê di destê me de yek bi yek ji destê me tê girtin. Midûrê Girtîgehê Îrfan Gultekin, li gorî polîtîkayên AKP'e tev digere.

'Kartên me yên kurdî tên desteserkirin

Girtiyên jin anîn ziman ku kart û nameyên wan ên kurdî bi awayekî keyfî tên astengkirin û wiha gotin: "Bi awayekî fîîlî û keyfî nameyên me yên kurdî asteng dikin. Kartê me yê herî kin jî ji bo tercûmyê dişînin Midûriyeta Polîsan û dixwazin tercûme bikin. Hemû pêdiviyên me tên astengkirin. Li şûna ku em ji derve bistînin, dixwazin ku em hemû pêdiviyên xwe ji kantînê bistînin. Disa pêdiviyên ku em ji kantînê distînin 2 qat buha difiroşin me. Rêveberiya girtîgehê bi awayekî bazirganiyê li girtiyan dinere. Li gel ku girtîgeha em lê dimînin girtîgeha jinan e jî dîsa hemû pêdiviyên me nabersivîne. Li girtîgehê gelek girtî bi awayekî keyfî tên sirgûnkirin û rastî binpêkirina mafan tên. Em dibînin ku rêveberiya girtîgehê dixwazin her tiştî sor bikin û rakişînin. Em serî li dozger didin, lê helwesta dozger jî ji ya rayedarên girtîgehê ne cudatir e. Em bang li cemaweriyê dikin ku li hemberî van pêkanînan bi hestyar tev bigerin."

(mae)