1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Nameyên Cangoriyan ji bo Rojê
Nameyên Cangoriyan ji bo Rojê,nameyên,cangoriyan,ji,bo,rojê

Nameyên Cangoriyan ji bo Rojê

A+ A-

DÛNYA PALE - BEHDÎNAN 06.10.2013 09:47:56 Gerîlayên jiyana xwe ji destdane nameyên ji Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan re nivîsandine, bi hêviya ku rojekê bixwîne li pey xwe hiştin.

Ne agir canê wan dişewitîne û ne fîşek xwîn ji canê wan tîne, lê belê ziyaneke biçûk dayîna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ew ti carî naqurpînin.” Her gerilayeke/î ku li dijî artêşa Tirk têkoşiyane û jiyana xwe ji destdane, misoger giyanê van peyvan di xwîna wan de herikî ye. Ji roja yekem destbi gerilayetî kirine dayîmî hesreta wan ewe ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bibînin. Hesreta wan di dilê wan de maye û şopên wê di lênûsa wan de maye. Di vê nivîsê de emê cih bidin nameyên ku gerîla ji bo Ocalan nivîsandine.

Gerîlayê Kurd Mûnzûr Şervan ê bi navê Ridvan Bozan di sala 1991 an li Mûşê hatiye dinê û di sala 2010 an de tev li nava refên gerîla bûye. Şervan berî ku agir berde canê xwe nameyekê ji bo Rêber gelê Kurd Abdûllah Ocalan dinivisîne û weha dibêje “Rêberê min di serî de ez ji kûrahiya dilê xwe silavên xwe ji we re rêdikim. Em di pêvajoyeke gelekî krîtîk re derbas dibin. Rêberê min; dijmin hêza we û partiyê dizane. Di dîrokê de we bi şeş kesan destpêkir, îro ev doz gihîştiye bi mîlyonan. Di heman demê de PKK ê bûye xwediyê artêşeke mezin. We; çavê gelekî bi salan di bin zordariya dijmin de mabû, vekir. We dîroka gelê Kurd bi wan da naskirin. Dunyayê hemû li dijî we şer kir, lê belê we ti carî serê xwe netewand û radestî wan nebûn. Rêberê min ez ji we û ji partiyê fêrî gelek tiştan bûm. Lê belê Rêberê min tiştên ku ez ji we fêrbûme bi qasî prîskekî nîne. Rêberê min, ez li beramberî we deyîndarim, lê belê ezê çawa deynê xwe bidim nizanim. Ez hertim amade me ku canê xwe û her tiştekî xwe ji bo we feda bikim. Ev komploya ku li dijî we hatiye kirin, ez ti carî ji bîr nakim û mîna kulekê di dilê min de maye. Ji bo ez tola vê komployê ji dijmin rakim min sê caran rapora çûyîna çalakiya fedayî nivîsandiye û hîn jî israr dikim. Ez dixwazim bi teqandina bombeyekê di dilê dijmin de kîn û nefreta xwe ya li hemberî wan bînim ziman. Lê her rojek li ser girtina we re derbas dibe, canê min dihelê û çalakiya ku ez bikim, dibe ku hûn nepejirînin, lê bi darxistina vê çalakiyê ez dixwazim dilsoziya xwe ya bi we re bidim îfadekirin û ji dijmin re bibêjim hûn ti carî nikarin li pêşiya lêgerînên me yên azadiyê bibin asteng. Rêberê min: Min gelekî dixwest ez vê nameyê bi zimanê kurdî binivisînim, lê belê ji ber ez nikarim xwe bi zimanê dayîka xwe bidim îfadekirin, ez xwe kêm dibînim. Ji ber vê yekê ez rexnedayîna xwe didim Rêber APO, gelê Kurd û hevalên xwe.”

‘GER ÎNSAN RAST TEV LI VÊ JIYANÊ BIBIN WÊ HÊZEKÎ MEZIN BIDESTBIXIN’

Şervan di sala 2011 an bi çirûskên agirê bedena xwe dilsoziya xwe tîne ziman, Ruhal Welat jî bi ruhê xwe yê fedayî nameya xwe de weha dinivisîne “ Rêberê min: her gotineke ku tu bilêv dike min dikişîne xwe. Ez dema li ser te difikirim, ez ji xwe re dibêjim Rêberê min dema tu diaxive, nêzîkatiyên te ji mirovan re, hevaltiya te û rûkeniya te dibînim, ez kesayeta xwe ji serî heyanî binî ber çavan re derbas dikim û ji xwe dipirsim gelo ez hevaltiyeke çawa bi mirovan re didim meşandin. Her hevalekî/e ku canê xwe ber bi vê şoreşê daye, ji xwe re mînak digirim. Wekî jinekê ez ti carî ji tevlibûna vê şoreşê poşman nebûme û her diçe xwe bi hêztir dikim. Hêza ku min ji we, ji hevalên şehîd girtî, ez dixim bin xizmeta vê jiyanê de û ez ji vê yekê gelekî kêfxweş dibim. Ger însan rast tevli vê jiyanê bibin wê hêzekî mezin bidest bixin. Wê ji binkeftine, ji westandine û ji şert û mercên zor netirsin.

Rêberê min:

Carna ez difikirim û ji xwe dipirsim çima însan îxanetê li vê şoreşê dikin? Ez wate nadim îxanetê. Însanê ku îxanetê li doza xwe û li hevalên xwe bike, nemumkine ku dijmin hurmet bide wan, misoger wê pergal wan mirovan ji bo xwe bide bikaranîn. Ger îradeya însanekî bişkê kesek nema hurmet didiyê û ewê bibe amrazê destê herkesî.”

‘EVÎNA MIN A DESTPÊKE BI RÊBER APO RE YE’

Bêrîtan Kobanê di nameya xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nivîsandiye bal kişandiye ser qedexekirina ziman û weha pêve çûye “Rêberê min; ez nikarim bibêjim gul, ji ber ku tu ji Gulan zêdetir bêhn dide, ez nikarim bibêjim av ji ber tu ji avê bêtir dide jiyîn, ez nikarim bibêjim welat ji ber te welat avakirin û nivîsandin, ez nikarim bibêjim hezkirin ji ber tu evîna gelekî yî. Dema ku ez biçûk bûm, ti hest di dilê min de nînbû. Lê dema ku min xwe naskir ku ez zarokekî bê dibistanim û bê dîrokim, wê demê min ji dayîka xwe pirs kir; Çima ez diçim dibistana Ereban? Lê dayîka min a reben ji min re got tu zarokeke, tu çima van tiştan difikirî. Wê demê dayîka min ez tirsandim û got tu were girtin û me jî bide kuştin, lê min kurdbûyîna xwe ji bîr nekir. Di dibistana ereban de jî ez kurdî diaxivîm, lê mamosteyên min ji bo ku ez kurdî neaxivim li min didan. Ji ber pirsgirêka qedexekirina ziman heta pola pêncan min xwend û piştre min dev ji dibistanê berda. Êdî ji wê rojê şûn ve ez li kurdî geriyam heyanî temenê min bû panzde salî. Piştî panzde saliya xwe fikrê min çû ser PKK ê. Evîna Rêber APO û PKK ê di dilê min de hêdî-hêdî mezin dibû. Dema ez tev li partiyê bûm, temenê min bîst û dudu bû. Ez dizanim tenê tevlîbûn nebese, ango divê ez li berxwebidim û têkoşîneke mezin bidim meşandin heyanî ku ez bi Rêber APO re bibim yek.”

GERÎLA HERTIM KESAYETA XWE LÊPIRSÎN DIKIN

Gerîlaya jin Medya Amûdê berî ku jiyana xwe ji dest bide name ji bo Ocalan nivîsandî ye. Amûdê di nameya xwe de xwestiye bibe milîtaneke heqîqetê û weha destpêkiriye “Rêberê min: di ronahiya felsefeya we de min hewl da ez xwe bigihînim asta milîtantiya heqîqetê. We herdem axavtin li ser azadiya jin dikir û rastiya jin dianî ziman, vê yekê lêhûrbûneke kûr bi min re da çêkirkirin. Ez nema destûr didim dil û mêjiyê ku bi hezaran salan bi koletiyê hatibû dorpêçkirin reng bide jiyana min û têkoşîneke xurt li hemberî kesayeta xwe birêve dibim.

Di jiyana xwe ya civakê de min gelek caran xwe li hemberî paşverûtiya zilam dît, lê bi wê hêza ku min ji felsefeya we girtî, min herdem xwe li ser piya girt, fikir û ramanê xwe xist bin xizmeta rastiya ku we nîşanî me dabû. Li beramberî rastiya we bi me dayî naskirin, ez jî mîna gelek hevalan ti caran dudulî ne jiyam. Min herdem hewl da bi rastiya were girêdayî bimînim.”

Gerîlaya jin Diyana Rojhilat jî tecrîda li ser Ocalan napejirîne û di nameya xwe de weha behskiriye “Rêberê min: ez dixwazim îro hest û ramanên xwe bi we re parve bikim. Êdî ez li hemberî tecrîda li ser we tê meşandin û şerê ku didome gelekî zorî dikişînim. Ji bo hûn bigihîjin azadiya xwe her mirovekî/e ku berê xwe dane rêya we û bi felsefeya we bawerin bê ku dudulî bijîn li hemberî dijmin şer dikin. Gelê Kurd û gerîla ji bo bîrdozî û azadiya we her roj li ser piyane û têkoşîneke xurt didin meşandin. Bi dehan hevalên me yên delalî ji bo we azad bibînin canê xwe fedakirin, ez jî dixwazim mîna wan ji bo azadiya we têbikoşim. Gelek dewletên ku dixwazin bîrdoziya we tine bikin, hene, em weke jin vê yekê ti carî napejirînin. We çawa her tiştekî xwe ji bo gelê Kurd û têkoşîna jin fedakir û firset da ku ji bo azadiya xwe têbikoşin, divê em jî xwedî li erka xwe derbikevin û bîrdoziya we biparêz in.”

‘ME EV SAL JÎ BÊ TE DERBAS KIR’

Gerîlayê Kurd Bengîn Kobanê berî ku jiyana xwe ji destbide dayîmî rojaneyên xwe nivîsiye. Di wê lênûsê de gelek caran name ji Rêber gelê Kurd Abdulah Ocalan re nivîsandiye û şeva sersalê jî di nameya xwe de weha nivîsiye “Rêberê min me ev sal jî bê te derbas kir. Îşev sersale, ez li gel 20 lehengan rûniştî me. Sazê min di destê min de ye, li gel min e û em herdu jî di nava lehengan de ne. Belê; ev hebûnekî ku bi çav tê dîtine.

Rêberê Min;

Ji ber ez baş dizanim di nava wan dînasoran de û di nava destên wan mirovê ku ti; hîs, exlaq, dîn, wijdan, mirovatî û heta bi nazenîna wateya jiyanê nizanin, tu dijî. Mirovê ku weke vampîran li ser xwîn û keda mirovan mezin bûne û mezin dibin. Yên xwedî hestên qerisî, kêr nehatî û kirêt ew in. Ji bo vê yekê ye ku; em ji kûrahiya dil û mêjiyê xwe hîsdikin divê tu jî li çiyayên azad û di nava gelê Kurd de vê sersalê pîrozbike. Bê te ketina saleke nû bê wate ye.

Rêberê min:

Her ku ez sazê digirim destê xwe û tiliyên min digihîjin têlê wê, ez û hemû heval hîs dikin ku tu jî niha vê sersalê bi me û bi gelê Kurd re pîroz dike. Di dil û mêjiyê xwe peyvên rêwiyên têkoşînê ne, dinivisîn e. Belê Rêberê min em dibînin ku hemû dijminên hov ketina nava hewldanekî mezin de ku te ji me bidin dûrxistin û heyanî ji destê wan were destûr nadin ku em hevdû bibînin. Lê belê tişta ew tê de wendadikin eve; girêdana gerila û gelê Kurd bi te ve nikarin wate bidine û hêza wan nîne ku fêmbikin. Nizanin heyanî henaseya dawiyê em di dil û mêjiyê xwe de bi te re dijîn, nizanin berî ku em gavekê di vê jiyanê de bavêjin, em xwe lêpirsîn dikin. Jiyana me, têkoşîna me, hevaltiya me û girêdayîna me bi hevalên şehîd re fêm nakin, lê belê nizanin tişta ku nahêle ew biserbikev in, ev giyanê Apocî ye. Rêberê min: Em tevahî heval ne tenê carekê, lê belê bi mîlyaran caran ji te re dibêjin, sersala nû li te pîroz be.”


Bêjeyên Miftehî