1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Navenda Jinan NÛDA Vebû
Navenda Jinan NÛDA Vebû,navenda,jinan,nûda,vebû

Navenda Jinan NÛDA Vebû

A+ A-

QOSER - Li Qoserê Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan di panela DOKH'ê de axivî û diyar kir ku ew ji bo azadiyê her tim amadene ku bedelan bidin û wiha got: "Divê ji bo ku Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan karibe dest bi muzakereyan bike şert û mercên wî baş bibe û azad tev bigere. Piştî panelê Navenda Jinê ya Nûda bi merasimekê hate vekirin.

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li Mala Gel a Şeyh Davut Yalcinkaya ya Qoserê panelek pêk anî. Di panelê de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan û Rêvebera Cerenê Figen Aras amade bûn. Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de Fîgen Aras, helwesta Serokwezîr Erdogan a "3 zarokan çêkin" şermezar kir û wiha got: "Jin dikarin bi xwe biryarê bidin ku çend zarokan çêkin. Ger ku li bajarekî nûnertiya jinê çiqas bilind be, li wir jî demokrasî ew qas pêşketî ye."

Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî anî ziman ku şîara jinên kurd a pîrozbahiya 8'ê Adarê ji ya jinên cîhanê cudatir e û wiha got: "Şîara jinên kurd banga "Ji Ocalan re azadî, ji komkujiyê re bes e ye.

'DIVÊ OCALAN DI NAVA AZADIYÊ DE MUZAKEREYAN PÊK BÎNE'

Aydogan, destnîşan kir ku daxuyaniyên ji Îmraliyê dihatin ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelek girîng bû, lê 7 mehin hevdîtin bi hincetên pûc û vala ve tên astengkirin û wiha axivî: "Ji ber helwesta AKP'ê pêvajoya aştiyê xetibî. Li gl ku AKP 10 salin di îxtîdarê de ye jî dîsa tu gav neavêtiye. Êdî 14'ê tîrmehê ji bo gelê kurd dîrokek gelek girîng e. Tecrîda li ser Brêz Ocalan û Îmralî 7 meh derbas kir. Em diwazin tecrid rabe û rê li pêşiya çareseriyê vebe. Em dixwazin Brêz Ocalan tev li pêvajoyê bikin."

'EM DÊ JI BO AZADIYÊ BEDELAN BIDIN'

Aydogan, da zanîn ku azadiya gelê kurd di fîlanê de ye û wiha berdewam kir: Di vê pêvajoya ku 8-9 hezar gerillayên kurd û rastiya PKK'ê hebe de divê pêşî li diyalog û muzakereya bi Brêz Ocalan re bê vekirin. Divê astengiyên li pêş BDP'ê bên rakirin û Çi dibe bila bibe em ji bo azadiyê amade ne ku her bedelî bidin."

'NAVENDA JINÊ YA NÛDA VEBÛ'

Piştî panelê Navenda Jinê ya Nûda vebû. Di vekirina mala Nûda de Aydogan Wekîla Şaredarê Qoserê Şerife Alp û gelek jinên din tev li merasimê bûn. Jinan piştî vekirinê li hundê mala Nûda geriyan.


Bêjeyên Miftehî