1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran
Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran,navenda,çandê,ya,feqiyê,teyran

Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran

Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran rastî eleqeyek mezin tê

A+ A-

HAMZA GÜNDÜZ Navenda Çand û Hunerê ya Feqîyê Teyran ku 6 meh berê hate avakirin ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyek mezin tê. Ciwanên ku tev li xebata çand û hunerê dibin jî bi kêfxweşî vediqetin.

Di 4'ê Kanûna 2011'an de Şaredariya Colemêrgê bi boneya pêdiviyên welatiyên Colemêrgê yê çand û hunerê temîn bike, Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran bi merasimek mezin vekiribû. Navenda Çandê ji aliyê sedan welatian ve bi def û zurneyan û govendê hatibû vekirin. Piştî Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran hate vekirin heta niha rastî eleqeyek mezin tê. Navenda çandê ku bê navber xebatên xwe şên çandê dimeşîne niha dersên enstruman, şano û ziman dide. Nêzî 70 xwendekarî li navenda çandê di beşên şano, tembûr, gîtar bilûr, ney û koro de tên perwerdekirin. Xwendekarên dibistana seretayî heta lîseyê tên li vir dersa hunerê dibînin û dema xwe ya val ji bo pêşxistina hunerê li vir derbas dikin. Şagirtê Navenda Çandê û xwendekarê dibistana seretayî Baran Tekin, 3 mehin li navenda çandê kursa tembûrê dibîne. Tekîn, anî ziman ku li vir perwerdehiyek baş dibîne û ji xebata wan gelek kêfxweş e. Tekîn, anî ziman ku dema xwe ya piştî dibistanê li navenda çandê derbas dike.

Xebat her ku diçin zêde dibin

Kursa koro jî rastî eleqeylek mezin tê. Xebatkarên Navenda çandê ji bo xebatên çandî fireh bikin hewl didin ku gelek beşan bi hevre bidin xebitandin. Yek ji van beşan jî kursên koro ye. Nêzî 25 xwendekarên ku li kursa koroyê perwerdehiyê dibînin ji eleqeyê gelek kêfxweş in. Xwendekara Lîseya Bazirganiya Pîşeyî Çigdem Bayhan, anî zima ku ew ji bo hunera koroyê pêş bixe, diçe kursa koroyê û wiha got: "Em li vir perwerdehiyek baş dibînin. Em aliye xwe yê hunerî pêş dixin. Berê derfetek me ya wisa tune bû. Bi xêra navenda çandê êdî em perwerdehiya tembûr, gîtar, şano, koro û gelek aliyê din dibînin.

Mamosteyê tembûrê Samet Taş, jî anî ziman ku eleqeya li hemberî navenda çandê gelek zêde ye û wiha got: Ez li vir bi dildarî qursa tembûrê didim xwenderan. Nêzî 5 mehin ez li vir perwerdehyê didim. Ez dawiya hefteyê kursê didim. Nêzî 40 şagirtên min hene. Ez hewl didim ku ciwan û xwendekaran di aliyê hunera tembûrê de pêş bixim."

Me xebatên baş pêş xistin

Rêveberê navenda çandê Cîhan Denîz jî anî ziman ku ji roja sazî hatiye vekirin heta niha li vir rêveberiyê dike û heta niha gelek xebatên baş meşandine. Denîz, da zanîn ku heta niha wan di beşên erbane, def, tembûr, ney, gîtar, koro û gelek beşên din de perwerde dane û dê ji niha û şûnde jî xebatên xwe mezintir bikin. Denîz, da zanîn ku navenda çandê rastî eleqeyek mezin tê.

(mae)