1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Navenda çêkirina teqemeniyan a çeteyan hate dîtin
Navenda çêkirina teqemeniyan a çeteyan hate dîtin,navenda,çêkirina,teqemeniyan,a,çeteyan,hate,dîtin

Navenda çêkirina teqemeniyan a çeteyan hate dîtin

A+ A-

KOBANÊ – Li herêma Tişrînê ya ji aliyê hêzên QSD’ê ve ji çeteyan hate rizgarkirin, navenda ku çeteyan tê de teqemenî çêdikirin, hate dîtin.

Piştî ku hêzên QSD’ê di 23’yê kanûna 2015’an de bendava Tişrînê û derdora wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, li gundên Yusuf Paşa, Qişle, Seedîna, Hecî Hisên, Hecî Hemada û Hesen Axa yên 4 km. li başûrê bendavê ne, xebatên lêgerînê meşandin.

Di encama lêgerînan de navendek ku çeteyan tê de teqemenî çêdikirin hate dîtin. Di wêne û dîmenên ku nûçegihana ANHA’yê kişandine de, madeyên ku çete bi wan teqemenî çêdikirin û gelek teqemeniyên hatine amadekirin, tên dîtin.

WÊNE Û DÎMEN: DÎCLE EHMED

(a)

ANHA