1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Navê Muglali Ji Qişleyê Radikin
Navê Muglali Ji Qişleyê Radikin,navê,muglali,ji,qişleyê,radikin

Navê Muglali Ji Qişleyê Radikin

A+ A-

Navê Orgeneral Muglali ku fermana kuştina 33 gundiyên kurd dabû, ji qişleya leşkerî ya Wanê tê rakirin.

Di encama nerazîbûnên gel û hewldanên BDPê de û bi nêzîkbûna hilbijartinan re jî, ji bo navê kujerê kurdan ji herêmê bê rakirin hukûmeta tirk bi leşkeran re axivî û tê gotin ku dê di nêzîk de ew nav ji qişleya leşkerî ya li herêmê bê rakirin. BDPê gelek carî balê kişandibû ser mijarê û çalakî li dar xistibûn.

Di 30ê tîrmeha sala 1943an de li navçeya Ozalpa Wanê 33 gundiyên kurd ku derbasê sînorê Îranê dibûn bi fermana Orgeneral Mustafa Muglali hatibûne gulebarandin û kuştin. Li gel salên dirêj ku bi ser re derbas bûn jî, ev bûyer hîn jî mîna jana birînekê di nav civaka kurd de xwe dijîne.

Artêşa tirk di sala 1987an de cenazeyê Muglali pêşî rakir Goristana Dewletê, piştre di sala 1997an de peykerê wî da çêkirin û li baxçeyê Fermandariya Akademiya Şer danîn. Di dema Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Şener Eruygur de, di 6ê gulana sala 2004an de jî, bi rengekî ku bêjin ”me kir û xweş kir, em pê serbilind in û dikarin car din heman tiştî bikin, mafê we kurdan ev e.” navê kujerê gelê kurd Orgeneral Mustafa Muglali li Qişleya Cendirmeyan a navçeya Ozalpê ku bûyer lê bûye, kirin. Ev kiryar bi giştî gelê kurd car din birîn kir û gel jî nerazîbûnên xwe bi rengên cur be cur û gelek caran anî ziman, heya ku hukûmet neçar ma da ji artêşa tirk daxwaza rakirina wî navî bike. Bê guman ku hesabên hilbijartinan jî rol dilîze di vê yekê de.

Amîda Kurd