1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Nedayîna cenazeyan sucê şer e'
'Nedayîna cenazeyan sucê şer e',nedayîna,cenazeyan,sucê,şer,e

'Nedayîna cenazeyan sucê şer e'

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) - Parêzvanên mafên mirovan li dijî nedayîna cenazeyên welatiyên ku ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku teslîmnekirina cenazeyan binpêkirina mafê mirovan e, parêzaran jî anîn ziman ku tiştên diqewimin sucê mirovahiyê ye.

Li Kurdistanê asta qatlîamên ku dewlet li Kurdistanê pêk tîne her diçe zêdetir dibe, cenazeyên welatiyên ku tên qetilkirin bi rojan e tên rawestandin. Herî dawî bi rêziknameya hate guhertin ve cenazeyên ku nayên girtin tê gotin ku dê li goristana bêkesan bên definkirin. Parazvanên mafên mirovan û parêzeran li dijî vê sererastkirinê nerazîbûn nîşan dan. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehmet Aker diyar kir ku li bajarên kudan şîdeta dewletê her diçe zêde dibe û cenazeyên mirovan demeke dirêj di bin berfê de dimînin.

'Dewlet cenazeyan desteser dike'

Aker bilêv kir ku dewletê daxuyandiye ku cenazeyên ku dê 3 rojan neyên girtin li goristana bêkesan bên definkirin û ev cenazeyên welatiyan ji aliyê dewletê ve dê desteserkirin û li ÎHD'a Amedê malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin dest bi greva birçîbûnê kirine. Aker bal kişand li ser bêdengiya li rojava û wiha got: "Xatirxwestina ji cenazeyan yek ji mafên gerdunî yê mirovan e. Dewlet nikare mafê welatiyan asteng bike. Divê hemê parazvanên mafên mirovan dengên xwe bilin bikin."

'Hiqûqa şer tê binpêkirin'

Endamê ÇHD'ê parêzer Alî Aydin jî diyar kir ku nedayîna cenazeyan malbatan binpêkirina mafê mirovan e û wiha axivî: "Beriya her tiştî mafê definkirinê ya mirovan heye. Tiştêk-n kuli cenazeyan tê kirin li dijî nirxên manewî heqeret e. Ji ber vê yekê jî binpêkirina mafên mirovan e. Li gorî kevneşopiyan mafê definkirinê heye. Binpêkirina vî mafî li gorî peymana Cenevreyê li dijî hiqûqa şer e."

(sa)