1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nehiştin Şandeya Jinan a BDP’ê Biçe Qendîlê
Nehiştin Şandeya Jinan a BDP’ê Biçe Qendîlê,nehiştin,şandeya,jinan,a,bdp,ê,biçe,qendîlê

Nehiştin Şandeya Jinan a BDP’ê Biçe Qendîlê

A+ A-

SILÊMANÎ - Heyeta Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) a ku li Başûrê Kurdistanê ye çû serdana kesên ku di encama êrişên hewayî yên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî serdanê heyet ber bi devera Kortek a ku di 21’ê tebaxê de di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk de 4 jê zarok, jinek ducanî û bi giştî 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn ketin ser rê. Lê ji aliyê asayîşa herêmê ve hate astengkirin.

Heyeta DOKH’ê ya ji Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane û şaredarên jin ên BDP’yî pêk tê, çû sersaxiya xizmên 7 kesên sivîl ên di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk de li ser riya Kortek-Ranyayê jiyana xwe ji dest dabûn. Li ser navê heyetê Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane got; “Em weke jinên Bakûrê Kurdistanê hemû êşên hemû Kurdistaniyan parve dikin. Êşa me hevpar e. Bila serê we û hemû Kurdistaniyan sax be. Di vî şerî de hovitiyek tê meşandin.

Piştî Bîrtane, Keyayê gundê Bolê yê malbata ku hatibû qetilkirin Cabbar Enwer axivî û got; “Di navbera me û gerîlayan de tu ferqek tune ye. Dema gerîlayan li çiyayan jiyana xwe ji dest dide, weke ku kesek ji malbata me jiyana xwe ji dest bide. Ev şehîd, şehîdên hemû Kurdistanê ne. Di navbera Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava de tune ye. Kurd li kû dibe, bila bibe her Kurd e. Jixwe dijminên me tu ferq naxin navbeyna me Kurdan de. Çima em ferqek wiha bixin navbera xwe.”

Enwer diyar kir ku wan van daxwazan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku duh hatibû sersaxiya malbatê kiriye; “Tenê hêviyek a me ji Birêz Barzanî heye, bila xwîna van şehîdên me li erdê nemîne. Bila xwîna van şehîdan ji bo yekitiya netewî bibe hevîrtirşik. Divê teqez yekitiya Kurdan pêk were. Mirov encex dikare bi vî awayî tola van şehîdan hilbide.”

Piştî sersaxiyê, Parlementerê PDK’ê Qadir Hesen jî got; “Em jî êşa we parve dikin. Ev êş êşeke mezin e. Ji bo vê yekê meclîs civiya. Me ji çareseriya van meseleyan bi temamiya rojê gotûbêj kir. Ji bo tiştên wiha dubere nebin, weke hikûmet tişta ji destê me were em ê bikin.”

Piştî serdana sersaxiyê heyet ber bi devera Kortek a ku 7 kesên sivîl ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin ve ket ser rê.

Lê gava heyet ji Ranyayê derket, ji aliyê hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê ve hate astegkirin. Hêzên asayîşê jî diyar kirin ku divê ji bo çûyînê destûr ji Wezareta Navxweyî ya Herêmê bigirin û heta niha balafirên şer li ser Qendîlê digerin, ewlehî tune ye.

Heyet piştre vegeriya Ranyayê.