1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Nerazîbûna Ronakbîran
Nerazîbûna Ronakbîran,nerazîbûna,ronakbîran

Nerazîbûna Ronakbîran

A+ A-

Ronakbîr û nûnerên partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî bersiva Serfermandar a derbarê biryara BDP'ê ya "Em dê di jiyanê de 2 zimanan pêk bînin" a wekî, "Em ji ber pêşketina derbarê 2 zimanan biguman in" dan. Raportorê Makeqanûnê yê berê Doç. Dr. Osman Can, bi bîr xist ku Serfermandar karmendekî hatiye tayînkirin e û divê karmend ji pêkanînên polîtîkayên siyasî berpirsiyar bin û nikarin siyasetê beralî bikin.

Li Tirkiyeyê di pêvajoya daxwazên rakirina astengiyên li hemberî demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka kurd bilind dibin de, BDP biryara "Beyî li benda zangonan bin dê jiyana bi 2 zimanan pêk bînin" da. Di serî de Serokê Meclîsê Mehmet Alî Şahîn banga peywirê li dozgeran kir û pişt re Serfermandariyê nivîseke wekî mînaka "vesayeta leşkerî" didomîne weşand û got, "Em têkildarî 2 zimanan bi guman in". Ronakbîr û siyasetmedaran nerazîbûnên hişk nîşanî daxuyaniya Serfermadariyê dan. Ronakbîran ev daxuyanî wekî hewildana domandina vesayeta leşkerî nirxandin. Rewşanbiran helwesta AKP'ê vesayeta leşkerî rexne kirin.

'Berdewama vesayeta leşkerî dixwazin'

Berdevkê Hevserê Partiya Keskan a Tirkiyeyê Umît Şahîn, diyar kir ku Serfermandarî dixwaze qanit bike ku vesayeta leşkerî didome û got ku êdî ev daxuyanî bandor û tirsê li ser gel çênakin. Şahîn, daxuyanî wekî mudexaleya li hemberî siyasetê niraxand û diyar kir ku daxuyaniyê şermezar dike û wiha axivî: "Niha helwesta hikûmetê ya li hemberî vê daxuyaniyê girîng e. Eger hikûmet daxuyaniyekê piştgirî dide ya Serfermandariyê bike, dê bibe sedema pirsiyarkirina teşebûsên wan ên rakirina vesayeta leşkerî."

'Tu karmendekî hatiyî tayînkirî yî, karê xwe bike'

Raporterê Dadgeha Makeqanûnê yê berê Doç. Bjk. Osman Can, destnîşan kir ku Serfermadar karmendekî hatiye tayînkirin e û ev tişt gotin: "Naveroka daxuyaniya Serfermadirayê kiriye min eleqedar nake. Tişta min eleqedar dike xwe tevlîkirina serfermandar a siyasetê ye. Mudexalekirina wî ya siyasetê her çiqasî bixweşa me jî biçe nerast e." Can, anî ziman ku artêş mudexaleyî vîna gel dike û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Yên biryara çareserkirina pirsgirêkên civakê dide civak e siyaset e. Mudexaleya siyasetê mudexaleya civakê ye. Li cihê siyaset ne azad be, civak jî neazad e. Karmendek nikare derbarê siyasetê de biryar bide. Karê karmend pêkanîna polîtîkayê ye."

'Serfermandarî rê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd digre'

Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Koçê Prof. Bjk. Fuat Keyman jî diyar kir ku Serfermandarî çareseriya pirsgirêka kurd dereng dixe û wiha got: "Him di warê dem û him jî di warê rayagiştî de daxuyaniyek nelicih e. Lazime pirsgirêka kurd di nava hewayek demokratîk bê çareserkirin. Lazime saziyên derveyî demokrasiyê tevlî siyasetê nebin. Ev yek dijberiya demokrasiyê ye. Ya duyem derbarê daxuyaniya Demîrtaş de dive guman û rexneyên we hebin, lê divê hûn vê yekê di nava siyasetê de bikin. Ev mudexalek ne demokratîk e. Ya sêyem jî nêzîkatiyên leşkerî çareserkirina pirsgirêka kurd dereng xistine. Leşkeriyê di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de, çareserkirin dereng xistiye."

Keyman, diyar kir ku Tirkiyeyê di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de li payde maye û xwest ji bo çareserkirinê çareseriya siyasî û gav bên avêtin. Daxuyaniya Serfermandar derveyî siyasetê û nehewceye."

DÎHA (gla/mae)


Bêjeyên Miftehî