Newroz dê di 18’ê mehê de bê pîrozkirin
Biryara BDP’ê neguherî: Newroz dê di 18’ê mehê de bê pîrozkirin
A+
A-
Amed - Piştî ku Walîtiya Amedê ragihand ku ew destûr nadin Newroz di 18’ê adarê de bê pîrozkirin, BDP’ê diyar kir ku ew tu guhertinê di biryara xwe de nakin û Newrozê dê di 18’ê adarê de bê pîrozkirin.
Hate diyarkirin ku BDP’yiyên di bin serokatiya Hevserokê BDP’ê de li Amedê civiyan, biryar dan ku ew ê tevî Newroza Amedê, guhertin di dîroka tu pîrozbahiyên Newrozê de pêk neynin, dê pîrozbahiyên Newrozê di 18’ê adarê de dest pê bikin.
Çavkaniyên ji BDP’ê ragihand ku xebatên wan ên ji bo Newroza Amedê berdewam dikin û dîroka pîrozbahiya li bajarên din jî nayê guhyertin.
Heta niha BDP’ê daxuyaniyek fermî nedaye, lê tê payîn ku Demîrtaş di demjimêrên pêş de daxuyanî bide.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî newroz,dê,di,18,ê,mehê,de,bê,pîrozkirin
