Newroza Azadî û Xweseriyê
Li gel bendên polîsan 'Newroza 'Azadî û Xweseriyê'
Peyama Sedhezaran: Berxwedana Kurdan dê tecrîdê bişkîne
AMED (DÎHA) - Li Amedê li gel hemû astengiyên polîsan bi 100 hezaran welatî bendên polîsan şikandin û herikîn qada Newrozê. Nêzî milyonek kesên ku li qada Newrozê kom bûn, peyam û daxwazên Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Xweseriya Demoratîk anîn ziman. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Amediyan bend û çepera polîsan kişand û wiha got: "Amedê benda li dor xwe şikand. Gelê kurd heta deriyê Îmraliyê bişkîne dê di ber xwe bide.
Li Amedê bi 100 hezaran welatî li gel hemû çeper û bendên polîsan derketin qada Newrozê û Newroz pîroz kirin. Serê sibê bi hezaran welatiyên ku herikîn qada Newrozê û rastî mudaxaleyê polîsan hatin, li gel hemû astengiyan Newroz pîroz kirin. Piştî 100 hezaran welatiyan astengiyên polîsan şikandin, wekî lehiyê herikîn qada Newrozê û benda polîsan şikandin. Piştî bi 100 hezaran welatî li qada Newrozê kom bûn dest bi pîrozbahiyê kirin. Bi 100 hezaran kesan bi rêzgirtinê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Bi 100 hezaran kesan nîşana serkeftinê bilind kirin û sirûda şoreşê xwendin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, parlementerên BDP'ê Altan Tan, Nursel Aydogan Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr derketin ser dikê û girseya bi heybet slav kir.
Pişt re Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axaftina vekirinê kir û wiha got: "Qada Newrozê qada Azadiyê ye. Gelê kurd her tim ber bi azadiyê ve diherike. Kesê ku dixwaze vîna gelê kurd bibîne bila bên qada Azadiyê temaşe bike. Em barikatên li pêş vîna gel datînin şermezar dikin. Gelê kurd û berxwedana gelê kurd dê deriyê Îmraliyê bişkîne. Gelê kurd heta tecrîdê bişkîne dê di ber xwe bide. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir jî axivî û cejna gelê kurd pîroz kir.
Bi 100 hezaran girseya ku barîkat û bendên polîsan şikand û ket qada Newrozê neçar hişt ku polîs gavan bi paşve bavêje. Beriya ku Newroz bê pîrozkirin, li gelek tax û kolanan polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û li gelek kolanan pevçûn vegeriya qadên şer.
Bi 10 hezaran kesan piştî bendên polîsan şikandin bi dirûşmêin "Bijî Serok Apo", "Newroza te pîroz be Ey Serok Apo" berz kirin. Girsê piştî bendên polîsan şikandin maşîneyên şîrketa GSM'ê dan ber agir. Bi 10 hezaran kesên ku di pêşengiya BDP'ê de barikata polisan şikandin ketin qada Newrozê. Piştî deriyê qada Newrozê vebû girse wekî lehiyê herikî qada Newrozê.
Bi herikîna Qada Newrozê starana "Diren ha Diyarbekir" û "Gerilla" dest pê kir.
Nûçe û wêne: Nesrin Orak, Şermin Soydan, İsmet Mikailoğulları, Metin İnan, Sertaç Kayar, Mahsun Sağlık, Nagihan Akarsel, Deniz Vesile Tufan, İshak Dursun, Dicle Müftüoğlu, Selami Denizhan, Metin Dağ, Yılmaz Hatman)
(mae)
