1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nexweşiya Demirbaş dîsa giran bû
Nexweşiya Demirbaş dîsa giran bû,nexweşiya,demirbaş,dîsa,giran,bû

Nexweşiya Demirbaş dîsa giran bû

A+ A-

 

<?xml:namespace prefix = o ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:office" />

 

AMED-Rizoyê Xerzî-Di vê dema ku dîsa nexweşiya şaredarê Sur a Diyarbakir lê zor kiriye serdana mêvan û serdanvanên wî jî zêde bûne. Serdan hem bi armanca ku ji Demirbaş re bêjin derbasî be, hem jî ji bo ku biryara qedexeya derketina Demirbaş a derveyî welat şermezar bikin .

 Bi vê armancê Serokê Giştî yê HAKPAR'ê Bayram Bozyel jî hate serdana Demirbaş  ê ku di doza KCK'ê de hate girtin lê ji ber rewşa tenduristiyê hate berdan û li gel ku dikare li Amerîka, Belçîka û Swêdê bê dermankirin jî destûra derketina derveyî welat nîne û ji ber vê yekê jî nikare biçe tedawî bibe.

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ê ku beriya demeke ji doza KCK'ê hatibû girtin û ji ber ku nexweşbû hate berdan ji ber nexweşiya xwe bi mirinê re rû bi rû ye. Serokê Giştî yê HAKPAR'ê Bayram Bozyel çû serdana Demirbaş û piştgiriya xwe pê re destnîşan kir.

Demirtaş der barê nexweşiya xwe de agahî da Bozyel û got ku nexweşiya wî genetîk e. Demirbaş diyar kir ku ji ber nexweşiyê di laşê wî de birîn derdikevin, tedawiya nexweşiya wî li Amerîka, Belçîka û Swêde heye lê ji ber qedexeyê nikare biçe xwe tedawî bike.

Beriya demekê nûnerê Chakê Gabar Çiyan jî hatibû serdana Demirbaş û raporek derbarê vê rewşa nexweşiya Demirbaş ji rêxistina mafê mirovan Chak’ê şandibû da ku vê rewşê şîrove bikin û li gor wê tevgerekê bikin.

Beriya niha jî Demirbaş di hevpeyvîneke xwe de bang li rayedarên dewletê kiribû û gotibû ku biryara qedexeya derketina wî ya derveyî welat tê wateya biryara terikandina wî ya bi mirinê re. Ev nexweşî li vir baş nayê dermankirin û imkan hene kul i dertveyî welat bê dermankirin û başkirin lê ji ber biryara dadgehê ya qedexeya derveytî welat ew nikare biçe derve û xwe derman bike.