1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Nexweşxaneya dîrokî bû ziyaretgeh
Nexweşxaneya dîrokî bû ziyaretgeh,nexweşxaneya,dîrokî,bû,ziyaretgeh

Nexweşxaneya dîrokî bû ziyaretgeh

Nexweşxaneya dîrokî niha bûye ziyaretgeh

A+ A-

Nexweşxaneya dîrokî û xwezayî ya Şikefta Enişkan ku heta salên 1975'an xizmet dida welatiyan, pişti topbaran Rejîma Saddam Huseyîn hate valakirin. Nexweşxaneya ku di zikê wê de kaniya avê derte û aramiyê dide welatiyan rojê bi sedan welatî ji çar aliyê welatên derdorê diherikin şikeftê.

Li bajarê Amediyê ku bi xweza, çiya, rûbar û dahlê xwe mirovan sermesd dike, bi şûnwarên xwe yên dîrokî jî xwedî taybet û heybet e. Yek ji van warên taybet Nexweşxaneya Şoreşê ya Şikefta Enîşkan a Bajarê Amediyê ye. Nexweşxaneya ku şikefte di sala 1975'an de ji aliyê balafirên şer ên Rejîma Seddam de hate bombekirin û gelek pêşmerde yên dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Piştî bombebarankirinê deriyê nexweşxaneyê hate girtin. Nexweşxaneya şikeftê piştî hate girtin ji ber ku her tim kaniya ava wê diherike wekî ziyaretgeh tê dîtin. Şikefta ku berê nexweşxane bû vê carê deriyê xwe li turîzmê vekir. Pişti ku Şikefta Enîşkan deriyê xwe li turîzman vekir, her sal di demsala havîn û payizê de bi 10 hezaran kes tên wê ziyaret dikin. Bi taybetî di dawiya hefteyê de ji gund, navçeyên derdorê û ji bajarên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê tên şikeftê ziyarat dikin û diçin. Şikeft ji aliyê şirketek bazirganiyê ve heta 10 salan bi 25 hezar dolar hatiye îcarkirin. Her rojê di navbera 200-2000 welatî tên şikeftê ziyaret dikin.

(mae)

01.09.2012 - 20:23:15