Nexweşxaneya Kobanê bi hezaran kes derman kiriye
KOBANÊ – Zêdetirî 2000 kes derman bûn û 59 kes hatin emeliyatkirin.
Heyva Sor a Kurd li Kantona Kobanê bi mehan ji bo vekirina nexweşxaneya Kobanê amadekarî kir. Nexweşxane di 23`yê Îlonê de bi merasîmekê hate vekirin. Bi sedan şêniyên Kobanê û gundên wê tevlî merasîmê vekirinê bûn.
Nexweşxaneya Kobanê li Kantonê ya herî mezin e. Vekirina wê di aliyê tendurûstî de yek ji gavên mezin ên di qada tenduristiyê de ye.
Li bajarê Kobanê ji derveyî nexweşxaneya Kobanê 4 nexweşxane û navendeke Heyva Sor a Kurd hene. Her wiha li gundên Kantonê 6 navendên tendurûstiyê ku xizmeta şêniyên Kantonê dikin, hatine vekirin.
Li nexweşxaneya Kobanê alavên tendurûstiyê yên weke cîhazê El-Tebeqî El-Mihwerî û her wekî din jî hene. Ev cîhaz tenê li nexweşxaneya Kobanê tê peydekirin û li nexweşxaneyên dîtir tuneye. Piştî ku nexweşxane hate vekirin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonê ev cîhaz ji nexweşxaneya Kobanê re wergirt.
Nexweşxaneya Kobanê pere ji nesaxên xwe nagire û bê pere xizmeta şêniyan dike. Lewre şêniyên Kobanê û giştî herêmê berê xwe didin nexweşxaneya Kobanê. Şênî ji Minbic û Girê Spî û gundên wan berê xwe didin nexweşxaneya Kobanê. Rojane 50 welatiyên nexweş têne nexweşxanê.
Ji 10 beşan pêk tê
10 beşên nexweşxaneya Kobanê hene. Beşê yekemîn ê destwerdana yekemîn e. 4 bijîjk di wî beşî de dixebitin û her roj 2 ji wan nobedar in.
Beşê nexweşxanê yê emeliyat çêkirinê heye. Ji despêke ve heyanî niha 59 emeliyatên cîrahî weke guh, hestû, birînên giştî û hwd di vî bveşî de hatine çêkirin.
Beşê mexberê heye û 24 saetan dixebitê. Bijîjkek û du hemşîre di wî beşî de hatine erkdarkirin.
Beşê paqijkirina alavên tendurûstiyê û beşê zarokan jî hene. Li beşê zarokan 18 text hene. Du bijîjkên zarokan û du hemşîre hene. Di beşê zarokan de lîstok jî hatine bicihkirin.
Li nexweşxanê beşê kontrola taybet heye. 4 text lê hene, 18 xebatkar û 3 hemşîre li wî beşî dixebitin.
Beşê hundir û yê deranxane jî hene. Her wiha ciyê mêvan, arşîva nexweşxanê, pijandina xwarinê, şûştinê û kewî kirinê jî heye.
Hemû beş 24 saetan bê navber dixebitin û xizmeta şêniyan dikin.
Bi hezaran welatî hatine derman kirin
Rojana bi dehan welatiyên nexweş têne nexweşxaneya Kobanê. Li nexweşxanê 27 bijîjk û 30 hemşîre dixebitin. Nexweşxaneya Kobanê, navendên tendurûstiyê û
nexweşxaneyên bajarê Kobanê yên dîtir bi hev re di nava têkiliyê de ne. Rewşên xeter derbasî nexweşxaneya Kobanê têne kirin. Ji ber derfetên wê ji nexweşxaneyên dîtir baştir in.
Nexweşxanê heyanî niha 2002 rewşên tendurûstiyê çareser kirine û 59 emeliyatên cîrahî çêkirine.
Pirsgirêkên nexweşxanê hene
Nexweşxaneya Kobanê nexweşxaneya herî baş li herêmê ye. Lê belê hemû cûreyên derman li nexweşxanê tine ne. Her wiha pirsgirêka nexweşxanê ya ceyranê jî hene.
Dr. Ednan Mustefa yê li nexweşxanê dixebitê bang li rêxistinên mirovî yên navdeweltî kir ku alîkariya wan bikin.
(np/dc)
ANHA





