1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Niha jî 'ola ku nayê zanîn '
Niha jî 'ola ku nayê zanîn ',niha,jî,ola,ku,nayê,zanîn

Niha jî 'ola ku nayê zanîn '

A+ A-

Di danişîna doza siyasetmedarên kurd de dadgehê ji bo parastina bi kurdî "Zimanekê nayê zanîn" derbasî tomarkirinê kiribûn. Niha jî baweriya Êzidî wekî "Ola nayê zanîn" hate bikaranîn.

Komek xwendekarên Zanîngeha Bilgiyê li ser olên kêmahiyan lêkolîn kirin. Di çerçoveya lêkolînê de derhek holê ku li Gundê Bûrç ê girêdayî Navçeya Wêranşar a Rihayê di nasnameya welatiyekê de ji bo êzidiyê vegotina "Olên ku nayê zanîn" hatiye bikaranîn.

'Em tu caran nas nekirine'

Xwendekarên Zanîngeha Bilgiye Lokman Sazan û Sena Yapar ji bo ku mijara "Çanda kêmahiyan" lêkolîn bikin li Gundê Bûrç ê Navçeya Wêranşara Rihayê ku gundê herî zêde êzîdî li dijîn xebat dan meşandin derket holê ku di nasnameyê gundiyan de cihê olî nehatiye nasandin. Gundiyê bi nave Salîh Şahvelî da zanîn ku rayedarên dewletê heta niha tu caran ew nas nekirine û ji ber vê yekê ne cihê îbadatxaneyên wan ne jî komeleyên wan hene. Şahvelî, vegotina haneya olî ku "olên nayê zanîn" hatiye nivîsandin nîşanî xwendekaran da.

'Dibe mijara tezî lê ji hêla dewletê ve 'nayê nizan'

Xwendekarê bi navê Lokman Sazan da zanîn ku dema we ji ber lêkolînê çûne Wêranşarê ne li benda rastiyeke wiha bûn. Sazan, diyar kir ku heta niha gelek nivîskar û lêkolîner li ser baweriya êzidiyê nivîsan nivîsandine di qada akademîk de jî dibe mijara tez an. Sazan,wiha domand: "Em ji bo ku baweriya herî kevin a Mezopotamya yê lêkolîn bikin hatin vir. Lê me nezanî lêkolîna me dê li ser 'ola nayê zanîn' be".

Du milyon êzidî hêj baweriya xwe dijîn

Ola Êzidiyê ku tenê kurd jê bawer dikin baweriyeke herî kevin a Rojhilata Navîn e. Baweriya êzditî di dawiya serdema 11'an de ji Hindistanê heta Suriyeye, ji Iraqê heta Ermenîstanê belav bûye. Pirtûka pîroz a êzidiyê Mishefa Reş e. Lê dema ku ola îslamê li herêmê bi cih bûye di sala 1415'an û pê ve êzidî rastî qîrkirinê hat û bi sedema koçberiyê zerarên mezin dîtin. Êzidî her sal meha cotmehê li Laleşê kom dibin û îbadeta xwe pêk tînin. Êzidîtî li Rusyayê yekem car wekî olê fermî hate nasandin.

DÎHA (ay/mae)


Bêjeyên Miftehî