1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Nikarin BDPê bi lîstikan bigirin
"Nikarin BDPê bi lîstikan bigirin,nikarin,bdpê,bi,lîstikan,bigirin

"Nikarin BDPê bi lîstikan bigirin

A+ A-

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li dijî hewldanên girtina BDP'ê bi gotina "kesên ku naecibînin terorîst îlan dikin û dixwazin bigirin" nerazîbûn nîşan da û got ku BDP'a ku 3 milyon û nîv deng girtiye nikarin bi lîstikên wisa bigirin.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di Komcivîna Hewldana Kongreyê de pirsên rojnamegeran ên têkîldarî hewldanên girtina BDP'ê bersivand û bi aweyeke tund nerazîbûn nîşan da. Kişanak wiha got: "Em li kolanan in, di mîtîngên hilbijartinê de daxwazên xwe tînin ziman, em ji 3 milyon û nîv kesan deng digirin. Ev deng ji bo hin kesan dibe ku ne girîng be lê ev ji bo demokrasiyê pîvanek e. Xwelî li serê kesên ku wisa nafikirin be. Em li vir bi salan in dibêjin heke KCK rêxistineke çekdarî be kîjan ji wan bi çekê hatine girtin, bila bibêjin. Fikrên ku nacibînin nikarin wekî terorîst îlan bikin, mafên tu kesî nîn e. Heke bibêjin em xweseriya demokratîk nacibînin, daxwaza zimanê dayikê nacebinîn em ê vê fêm bikin. Di operasyonan ji 2009'a heta niha dikin de kerêk jî nehatiye girtin. li hundir 5 hezar kes hatine girtin 18 şaredar, 5 parlamenter û bi dehan endamên meclîsên şaredariyan û bi hezaran endamên partiya me hatine girtin. Dikarin BDP'ê necibînin û rexne bikin bê bi lîstikên tewş nikarin bigirin." DÎHA (sa)