1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nikarin serî bidin tewandin, îşkence li cenazeyan dikin
Nikarin serî bidin tewandin, îşkence li cenazeyan dikin,nikarin,serî,bidin,tewandin,îşkence,li,cenazeyan,dikin

Nikarin serî bidin tewandin, îşkence li cenazeyan dikin

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeyên Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn û Kerboranê hêzên dewletê ji ber ku nikarin berxwedana xwerêveberiyê bişikênin bi gulebaran tank û topan ve êrîşên xwe zêdetir kirin. Li 4 navçeyan heta niha piraniya wan jin û zarok 31 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û piraniya wan ji ber êrîşan nikarin rakin morgên nexweşxaneyan û li malan tên rawestandin. Cenazeyên ku welatiyan birine morgan jî ji ber êrîşan nikarin bên definkirin. Taybet Înan (57) a li Sîlopiyê hate qetilkirin ji ber gulebarana tîmên taybet ev 5 ro jin li kolana ku hatiye qetilkirin nikare bê girtin û ev yek bitena serê xwe jî asta şîdetê nîşan dide.

Li navçeyên Cizîr û Sîlopiyê rêveberiya awarte ya ku bi berxwedana gel ve rû bi rû ma serî li rêbazên qetilkirina jin û zarokan û koçberkirin. Li herdunavçeyan jî ji ber êrîşên hêzên dewletê welatî nikarin cenazeyan rakin nexweşxaneyan jî. Cenazeyên ku rakirina nexweşxaneyan jî ji ber êrîşan nikarin bên definkirin. Taybet Înan (57) a li taxa Nûr a Sîlopiyê hate qetilkirin ji ber gulebarana tîmên taybet ev 5 ro jin li kolana ku hatiye qetilkirin nikare bê girtin û ev yek bitena serê xwe jî asta şîdetê nîşan dide.

Li Sîlopiyê di 11 rojan de 12 kes hatin qetilkirin

li navçeya Sîlopiyê ku rêveberiya awarte di roja 11'emîn de ye heta niha 12 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Cenazeyên 8 welatiyan ji ber gulebaran û topebarana li dijî taxan welatî nikarin bbin nexweşxaneyan li malan tên rawestandin. Taybet Înan (57) a li taxa Nûr a Sîlopiyê hate qetilkirin ji ber gulebarana tîmên taybet ev 5 ro jin li kolana ku hatiye qetilkirin nikare bê girtin. Li navçeyê ji ber ku trofo ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine hedefgirtin pirsgirêka av û ceryanê jî li navçeyê tê jiyîn. Cenazeyên Huseyîn Guzel (70), Yusuf Aybî (80), Yusuf Înan (40), Şiyar Ozbek (25) û Reşît Eren (17), Axîn Kanat (16) Ayşe Buruntekîn (40) û Mehmet Mete (11) li malan tên rawestandin û her diçe xira dibin. Li gorî agahiyan li Sîlopiyê tenê cenazeyê Suleyman Çoban li taxa Kîzîrê hatiye definkirin. Cenazeyê Îbrahîm Bîlgîç jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li Cizîr zarok di zikê dayika xwe de hate qetilkirin

Li navçeya Cizîrê ya ku di 14'ê kanûnê de rêveberiya awarte hate îlankirin êrîş hê jî iddomin û li navçeyê heta niha yek zaroka di zikê dayika xwe de 14 kes hatin qetilkirin. Li navçeyê welatiyên bi navên Dogan Aslan (22), Hediye Şen (30), Îbrahîm Akan (15), Selahattîn Bozkurt (70), Zeynep Yilmaz (40), Yilmaz Erz (42), Cahîde Çakil (35), Emîne Duman (75), Dogan Îşçî (32), Mehmet Tekîn (32), Mehmet Saçan, Dîkran Sayaca, Azîme Aşan (50) û Lutfu Aksoy ji aliyê gulebaran û topebarana tîmên taybet û leşkeran ve hatin qetilkirin. Li navçeyê Guler Yanalak a ku ducaniya 7 mehî bû jî zaroka wê ya di zikê wê de hate qetilkirin bi emeliyatê ve hate girtin.

Cenazeyên 9 kesan di morgê de tê rawestandin

Kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane piraniya wan ji ber astengkirina ambulansan ji ber zêde xwîn windakirinê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên 14 welatiyan piştî bi saetan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Welatiyên ku hatine qetilkirin ji ber êrîşan ne li cih û warên xwe li gundên din tên definkirin. CEnazeyê Selahattîn Bozkurt li taxa Konak a Cizîrê, cenazeyê Cahîde Çakil li taxa Kale ya Cizîrê, cenazeyê Hedîye Şen jî li gundê Dilopka hate definkirin.

Heman îşkence li Mêrdînê jî pêk tê

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî qedexe di roja 13'emîn de ye û cenazeyê ciwanê bi navê Takyeddîn Oral ê di 13'ê kanûnê de li taxa Safa hate qetilkirin ev 11 roj in li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ye. Li navçeya Nisêbînê ku ev 2 mehan zêdetir e li dijî êrîşan li ber xwe dide û bûye sembola berxwedanê jî piraniya wan jin û zarok 21 kes hatin qetilkirin. Li navçeyê qedexeya ku cara 6'emîn hate îlankirin li taxa Yenî Turanê di 16'ê kanûnê de welatiyê bi navê Huseyîn Ahmed ê rojavayî yê hatibû qetilkirin cenazeyê wî li Rojava hate definkirin. Cenazeyên Medenî Orak û welatiyekî ku navê wî nehat hinbûn jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê Tê rawestandin.

Jibilî welatiyên ku hatin qetilkirin bi dehan kes jî hatin birîndarkirin û piraniya wan xetereya wan a jiyanê heye. Li aliyê din jî navçeyên ku êrîş berdewam dike gelek welatiyên ku birîndar bûne jî ji ber ewlehiyê û astengkirina ambulansan nikarin biçin nexweşxaneyan.

(sa)