1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Nilûfer Koç: Hatina gelhev a partiyên Kurd giring e!
Nilûfer Koç: Hatina gelhev a partiyên Kurd giring e!,nilûfer,koç,hatina,gelhev,a,partiyên,kurd,giring,e

Nilûfer Koç: Hatina gelhev a partiyên Kurd giring e!

Hevseroka KNK'ê Nilûfer Koç diyar kir ku di vê demê de hatina gel hev a hemû partiyên siyasî yên Kurd û li ser kongreya neteweyî guftûgokirin giringe. Koç got; "Em dixwazin hêzek ava bikin ji bo alîkariya partiyan bike ji bo pêkhatina aştî û jiyana hevbeş."

A+ A-

HANA AZAD/ HEWLÊR

Piştgiriya ji bo banga KCK'ê ya li dar xistina kongreya neteweyî her diçe berfirehtir dibe. Têkildarî giringî û pêwîstiya li dar xistina kongreya neteweyî Hevseroka KNK'ê Nilûfer Koç ku ji ajansa me re axivî, got; "Hinek guhertin li herêmê hene. Her wiha hinek welatên dagirker ên weke Îran û Tirkiye destwerdana rewşa li herêmê dikin." Hevseroka KNK'ê Nilûfer Koç wiha jî dewam kir; "Giringe ku di vê rewşê de hemû partiyên siyasî kom bibin û li ser vê rewşê guftûgo bikin. Bi taybetî jî li ser mijara kongreya neteweyî ku demeke di rojeveyê de ye." Nilûfer Koç wiha jî got; "Divê mijara neteweyî em derbixin pêş. Her wiha destûr nedin ku komên biçûk bikevin nav neteweya me, siyaseta xwe bimeşînin û piştgiriya dagirkeran bikin. Kongreya neteweyî peywendiya xwe bi tevahî partiyên Başûr ve heye. Em dixwazin hêzek ava bikin ku alîkariya partiyên siyasî bike ji bo aştî û jiyana bi hev re." Hevseroka KNK'ê Nilûfer Koç di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; "Al, pêşmerge û şervan sembola neteweyî ne û divê em hemû xwedî lê derbikevin, biparêzin. Niha dema wê ye ku em yek bin û ti welat navbeyînkariya me nekin." (sk)