1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nisêbîn bû qada şer
Nisêbîn bû qada şer,nisêbîn,bû,qada,şer

Nisêbîn bû qada şer

A+ A-

MÊRDÎN - Li Nisêbînê, şevê din bi hezaran kesên dixwestin termê Gêrîllayê HPG'ê Îsmaîl Buruniyê li Şirnexê di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, bişînin Suriyeyê, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ji ber ku bûyeran hate deregê şevê dewam kir navçe vegeriya qada şer.

Termên 3 gêrîllayên HPG'ê yên li bejahiya Şirnexê di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn, rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Cenazeyê Halît Dag li Mahsertê û Halîme Baş jî li Nisêbînê hatin definkirin. Duh malbata Burunî cenazeyê Îsmaîl ku bi yê Halît Dag ve hatibû tevlihevkirin ji Mahsertê girtin û di sînorê Nisêbînê re ber bi Amudê ve bi rê kirin. Cenazeyê Burunî ku ji aliyê malbatê ve hatibû girtin ji bo ku bibin Amudê şevêdin anîn Nisêbînê. Polîsan xwest ku cenaze beyî pêşwazîkirinê raste rast derbasî aliyê Sûriyeyê bikin. Lê belê, bi hezaran kesên ji bo pêşwazîkirina cenaze hatibûn daketina navçeyê bi konvoyekê cenazê anî Bulvara Newrozê. Girseyê li vir bênavber slogana "Şehîd namirin" berz kir û dest bi meşê kir. Girseya ku dixwest bimeşe Goristana Şehîdan li ser Rêya Asin rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hat. Girseyê jî bi fîşekên hewayî bersiv da polîsan.

Li gel bûyeran cenazeyê Burunî jî di kolanên navberê de hate derbaskirin û şandin Amûdê. Parlamentera BDP'ê Emîne Ayna, endamên Meclîsa BDP'ê Mahmut Çelîk, Mehmet Zahîr Saritaş û gelek kes jî tevli rêwikirina term bûn. Cenazeyê ku ji Nisêbînê heta rêwikirin, li Qamişloyê ji aliyê konvoyeke ji 500 wesayîtan pêk dihat ve hete pêşwazîkirin û ji vir jî birin Amudê.

Li Nisêbînê piştî mudaxaleya li hemberî girseyê, komên qelebalîx li cadeya 27 Mayis, rêya asin, bulvara Şirîn, Cadeya Çag, cadeya Sakarya, derdora Konaxa Hikûmetê barîkat danîn û bi molotofkokteyl, kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Di encam pevçûnan de kameraya MOBESE'yê jî hate tehrîbkirin. Der barê binçavkirin û birîndariyan de jî tu agahî nehate girtin.


Bêjeyên Miftehî